Li ser çemên Bulam û Recep ên li ser çemê Pamukê digihêjin hev, Bendava Koçalî tê çêkirin. Bi çêkirina vê bendavê re av wê bide ser 5 gundan. Bi vê bendavê re bi hezaran welatî dê mexdûr bibin. Welatiyên li gundên Qarikan, Buwika, Şêxbor, Şeyînka, Saqali û Kurê Milê dijîn nerazî ne û li ber avakirina bendavê radibin.


'Em ê erdên xwe bi cih nehêlin'

Welatiyê bi navê Kureyş Yoldaş ji gundê Şêxborê, dibêje, dewleta ku heta niha ji bo gel tiştek nekiriye, niha dixwaze wan ji ser erdê wan biqewirîne û weha axivî: "ev der in, cihên ku em lê hatin dinyayê û lê mezin bûne. Em ji vê xaka ku ji pîr û kalên me ji me re maye bi cih nahêlin û em ji vir naçin."
Welatiyê bi navê Huseyîn Turap jî ji heman gundî ye; wê got, bi çêkirina bendavê re ne bi tenê erdên wan wê di bin avê de bimînin, her weha çanda wan jî wê ji holê were rakirin û weha peyivî: "polîtîkaya ku dewlet li vir dixwaze bimeşîne, polîtîkaya pişaftin û tunekirina çanda me ye. Dixwazin çanda me ya elewîtiyê ji holê rakin." Welatiya bi navê Gulay Erbaya bi xwe li gundê Şeyînayê dimîne; wê got, ji ber ku ew elewî ne bi zanebûn dewlet dike ku bendav li wir were çêkirin û wiha pêde çû: "ez dixwazin li gundê xwe yê ku lê hatime dinyayê bimirim. Em ê tu carî nehîlin ku me ji vir bikin der."

Dewlet bi çavê sîlehê lê dinêre

Di biwara mijarê de Ercan Ayboga ku hem pispor e li ser tesîrên bendavan û hem jî hawîrdorparêzekî çalak e ku bi peywenda avakirina bendavan li Tirkiyeyê û nexasim jî li Bakurê Kurdistanê fikra xwe weha îfade kir: "herçî dewlet e, ne bi tenê di warê rantê de yan jî hilberandina elektrîkê û derfetên avdaniyê de bendavan û projeyên santralên hîdroelektrîkê ferz dike. Ew her weha bi çavê sîlehê jî li van projeyan dinihêre ku pê dikare qaşo ewlekariyê misoger bike. Ya ku dike bi xwe rengekî nû yê zilma li dijî milet e.”



MUSTAFA YUKSEL/SEMSÛR