SOLÎN REŞÎD / ANHA/ŞEHBA
Cemîl Mustefa ji ber zilma dewleta Tirk ji Efrînê derdikve berê xwe dide Şehbayê. Cemîl behsa dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê dike û dibêje, dagirker û çeteyên wê zarokan bi darê zorê wan dikin leşker.
Cemîl Mustefa yê ji gundê Elî Bazan ango Barafa koçî Tirkiyê kiribû, paşê jî careke din vedigere Efrînê, lê rewşa li wir ku di bin dagirkeriyê Tirkiyê û çeteyên wê de ye, wî neçar dike ku biçe Şehbayê.
15 salî di dest de sîleh
Mustefa ku demekê li Efrînê ma, li ser tişta li wir dîtiye wiha dipeyive: “Ez li Efrînê bûm, diçûm dikanên telefonên destan da ku xetekê ji xwe re bînim, min dît, zarokek kêmî 15 salî bû çeka rûsî di destê wî de, min ji xwe lê meyze kir, ji min pirsî ti çima dinêre, me got tişt nîne, nemabû ku gule berde û min bitirsîne.”
Guhertina demografiyê didome
Mustefa her wiha diyar dike ku li piraniya malên welatiyên Efrînê koçberên Xûtaya Rojhilat a Şamê bi cih bûne.
Li ser talankirin û revandina sivîlan jî Cemîl Mustefa dibêje, “Çeteyan beriya dema zeytûnên çêbûne berhev kirin, ev tişt min li gundê Xirab Simaq ê herêma Racoyê dît. Her wiha, derî, pencere û mala talan dikin û li bazarên Ezazê difiroşin.”
Meclîsa xayînan e
Her wiha Cemîl Mustefa meclîsa ku bi destê dewleta Tirk li Efrînê hatî avakirin wekî “xayîn” bi nav dike û dibêje, “Meclîsa xayînan a ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve ji bo bi rêvebirina Efrînê hatiye avakirin, ti xizmetê pêşkêşî welatiyan nake, berevajî ew karê wan asteng dike.”