Dewleta Tirk a li hemberî berxwedanê tengav dibe, sîlehên kîmyewî bi kar tîne. Artêşa tirk û çeteyên xwe di êrişên xwe de esker û sivîlan cihê nabîne, lema ambulansan jî gullebaran dike. Artêşa tirk dor li Serêkaniyê girtiye û bi her sîlehê êriş dike û heta sîlehên di qada navdewletî de qedexekerî jî bi kar tîne. Birîndarên gihiştine nexweşxaneya Hesekê jî vê yekê nîşan didin.
Faris Hemo yê bijîşkê nexweşxaneyê ye, diyar kir ku hin rewşên şewatê gihiştin Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê û wiha got: “Rojane bi dehan birîndar tên nexweşxanê. Em dibînin dewleta Tirk a dagirker çekên giran hemûyan bikar tîne, ev yek jî di rewşa giran a birîndaran re diyar dibe.”
Hemo her wiha got: “Birîna birîndaran ji ber parçeyên topan şewitîne, lê îro hin birîndarên din hatin ber destê me, bi awayekî din şewitîne, heta niha em nizanin ji ber çiye, em bawer dikin ku dewleta Tirk çekên li ser asta navnetewî hatine qedexekirin bikar anîne wek yên kîmyawî.”
ANHA/HESEKÊ