Komeleya Xwezayê ya Cîloyê û komunên gundan ji bo ku nebatên li çiyan tune nebin û piştî tên komkirin ji nû ve şîn bibin kete nava hewldanan û bi hilberînerên silkan ve derketin çiyan û kenger û rêvas komkirina nebatan kontrol dikin. Endamên Komuna Gundê Dileziyê jî li qontara çiyayê Mor silk divê çawa bê komkirin ji welatiyan re vedibêjin û bi vî rengî hewl didin ku pêşiya tunebûna nebatan bigirin. 

Ji aktîvîstên komunên gundan Mesut Kiratli yê ku bi hilberîneran re derketiye çiya wiha got: “Çiyayên Kurdistanê wekî ku nîmetê belav dike. Dibe çavkaniya debarê û nîmeta jiyana xwezayî, di heman demê de dibe deriyê kar jî. Lê komkirina nezanî û mezaxa nezanî dibe sedema tunebûna kenger û rêvasan. Beriya 10 salan li qontarê çiyayê Mor wekî ku bereket difuriya lê niha ev nebat bi tunebûnê re rû bi rû ne.”


'Ji bo parastinê helwesteke sist heye'

Aktîvîstên Komeleya Xwazeyê ya Cilayê jî anîn ziman ku ji bo parastina cureyên nebat û daran helwesteke sist heye û ev tişt anîn ziman: “Bi salan ji ber şer darên me tune bûn nebatan zirar dîtin. Ji ber vê yekê jî erozyon pêk tê.” Aktîvîstên komeleyê dan zanîn ku ji bo ku guldexwîn, kenger, rêvas, gunî û hwd nebat bên parastin xebat dane destpêkirin. 


 SAMÎ YILMAZ/DÎHA/COLEMÊRG