Di çanda erdnîgarî ya Kurdistanê de, cihê şînê ciheke taybet e. Ewqasî ku, şîn ne şîn e, sor e... Min carek di nivîsekî xwe de jî nivîsandî bû: Kurdistaniyan, di van salên dawî de wateya şînê guherandin; yanî em bêjin di dema tekoşîna vî 35 û 40 salî de Kurdistaniyan di nava şoreşê de xwe bi xwe çandek pêyda kirin. Gorî vê çandê wêneya tekoşêrên xwe ya şêhît ketî li diwarên xwe daliqandin û bi mêzekirina wan pijîyan û baweriya xwe ya şoreşê pijandin.

Hêstên xwe bi vî awayî tûj kirin, fikr û ramanên xwe wisa xurt kirin, îrade ya xwe wisa parastin û wisa ber xwe dan. Ev guherîna çanda şînê, di heman demê de hêza şoreşa Kurdistanê ye jî... Şoreşgerên Kurd, yên ku li çiyê dijîn, yên ku li gund û bajaran têdikoşin, yên ku dinivîsin, dixwînin, huner çêdikin, diafirînin, wêne dikşînin û stranan distirên, yên ku bi mêjû û bi ilm ve mijûl in, yên ku di qada siyasetê de dixebitin û yên ku li her beşa jiyanê temsîliyeta Kurdan li ser milên xwe digirin, her kes di nav vî çandê de hêz girtine û şoreş bi xêra van hêzan dimeşe û ser dikeve.
Însanên tarî, hêzên tarî, dewlet û tevgerên tarî, hin keseyatî yên tarî wisa difikirin ku, emê Kurdan bi kuştinê ve bitirsînin û pêvajoya aşitiyê emê bin vê siya kustinê de bihêlin. Wisa dihesibînin ku emê bi kuştinê ve pêvajo ya ku di navbera dewleta Tirk û rêberê gelê Kurd dimeşe têk bibin. Nexêr, Kurd, êdî hêza xwe aniyê asteke wisa ku, tu car bi tirsandinê ve têk naçe. Bi salan, di nav tekoşîneke zehmet û dijwar de hêza xwe damezrandiye, tevgera xwe li her derê Kurdistan û dervayî Kurdistan bicih kiriye, ji qada leşkerî bigirin heyanî qada huner û dîplomasiyê pêşketineke bêhempa dest xistiye û bi ruhiyeteke tekoşer tevdigere.
Çawa ku yek şêhidekî Kurdistan ji bo tekoşînê sozeke, her Sakîne, Fidan û lêyla jî ji bo Kurdistaneke azad dê bibe sozek. Hê ku darbesta Sakîne, Fîdan û Lêyla nehadiye dayîn ji dilê axa Kurdistan, ji niha ve li Kurdistan sondek têne xwendin; ew sond sonda azadiyê, sonda aşitiyeke bi rûmet, sonda bicîh anîna armanca her şêhîdan e. Ew sond li gorî şînê ku wateya xwe di heman demê de ji bo jiyana şêhîdan jiyanek e, ji bo armanca tekoşeran jiyan e, ji bo azadiya gelan û azadiya mirovahiyê jiyan e, li gorî wê şînê Kurd dê şîna xwe dayînin.
Êdî wêneyên van sê jinên tekoşer, di mêjû ya Kurdistaniyan de bûn xêzek. Şîna wan jî, ji bo jiyaneke aşitiyane wê bibe serdemek.
Kujerê van sê jinên azadiyê jî wek bi awayekî hiquqî diyar nebû ye. Lê di dil û hişmendiya Kurdan de her tişt zelal e. Kî ku ji bo civaka Kurdan jiyaneke azad û serbixwe zêde dibîne, kîjan hêz ku xurûr dike tevî Kurdan li dor masekî rûne û şert û mercên wan ya aşitiyê bibihîse û gorî wê têkçûna asîmîlasyonê pesend bike, kujer ew hêz ew bi xwe ne.
Kurd wana nasdike û şîna xwe jî li gorî vê têgihîştinê xwe datîne.