Xilasbûna şînê...
Alî, anî ziman ku li ser gorên kurdên êzîdî de gelek pora hatî birîn heye û wiha dewam kir: "Ev rewş ji bo hîn kesan ecêb tê dîtin. Gelek kes wateyê nade wî tiştî. Carna hîn kesên ji Ewropa tên Şengalê gorên me digerin, rastê van tiştan tên pir acêb dimînin û tu wateyê nadin vê. Ji me wateya vê dipirsin. Em vî vê bersivê didin wan wateya vê 'Min di jiyana xwe de êşek wek vê nedît. Sipehîkirina xwe û hemû balkeşiya xwe texim bin axê' Por ji bo jinên kurdên êzîdî tiştekî girîng e. Por ji bo me te wateya balkeşiya jinê, sipehiya jinê û tiştekî pîroz e. Ji ber vê jî ew jina ciwan dema porê xwe dibire û datîne ser gorê şînêk direj ji bo we dest pê dike. Ev şîn heta kesek ji bo we nirxê bi ji wêre bijî 'Bes e' edî dev ji vê şînê berdide û şîn xilas dibe. Jinên kurd yên êzîdî girêdanbûna xwe ya hezkiriyê xwe wisa nîşan dide."
Hevoka porkurkirinê
Alî, destnîşankir ku di roja me de bi bandora kapitalîzmê jin nirxê nadin porê xwe û porê dirêj paş dibînin û wiha domand: "Em vê çanda kaptalîzmê qabûl nakin. Mezinên me an dibejin ev çanda porê berê di nav hemû kurdan de hebû. Di nava kurd ên sunnî de dema jinek êşek mezin bijî re dibejin 'porkur' Ev çand ji çanda niha em pêk tînin tê. Ev gotin carna wek nifîrê tê gotin."
'Ji bo mirov hîs bike dijî'
Alî, wiha dawî li gotinên xwe anî: "Çand rewanê ne tiştekî madiye. Lê tu wê hîs bikî tu dê wê bijî. Di gelek nokteyan de ew raman te jiyankirin. Ev tişt tiştekî sincî ye. Kurdên ve kevneşopiyê jiyan nakin ew asîmlê bûne. Kevneşopiyên kurd an yên kevin hemû kurdên êzîdî didin jiyankirin."
ABDULLAH RAMAZAN - DÎHA/ŞENGAL