EVÎNDAR CÛDÎ / BEHDÎNAN

Endamê Sînemaya Çiyê (Sîne Çiya) Emîn Engîzek diyar kir ku li gel şerê giran jî ew karê xwe yê sînemaya çiyê didomînin û got, di demeke nêz de wê fîlmên ‘Sûr’, ‘Dema Dirîreşkan’ û ‘Berfîn’ bên weşandin.

Endamê Sîne Çiya ya TEV-ÇAND’ê Emîn Engîzek, qala rewşa dawî ya sînema çiyê kir. Engîzek ji lîstika destpêkê ya şano ya li nava refên tevgera azadiyê heta filmê Bêrîtan ji ANF’ê re qala karê xwe kir.

Emîn Engîzek piştî ku dibistana xwe qedand li Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Cizîrê bû karmend û li ser vê yekê got, “Wê wextê min bihîst ku Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) vebûye. Tevî ku karmend bûm, min biryar da ku biçim NÇM’ê û karê huner bikim. Jixwe kêfa min ji karmendiyê re nedihat.”

Engîzek diyar kir ku sala 1993’an ew tevlî nava refên gerîla bû û wiha dewam kir: “6 salan li Botanê min gerîlatî kir û piştre sala 1999’an li ser banga Rêber Apo me xwe ji Bakur vekişand Başûr. Dema em li Başûr bûn, Tevgera Azadiyê di warê çandê de gavên girîng diavêtin. Yek ji van jî avakirina Komîteya Çandê ya PKK’ê bû û min jî cihê xwe di navê de girt. Bi vî rengî, bi saya çiyê ez tevlî karê huner bûm ku xewn û xeyala min a dema zarokatiyê bû.”

Bi şanoyê dest pê kir

Engîzek anî ziman ku di nava Komîteya Çandê de karê wan ê destpêkê şano bû û wî 5 salan şano kiriye. Wî hema hema li hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê hunerê xwe pêşkêş kiriye. Lîstika destpêkê jî ‘Zilamê Tazî’ bûye.

Hê jî ji min re dibêjin Huseyin

Engîzek qala Xelîl Dag kir û got, “Dema ku li aliyê Mûsilê min kar dikir, min navê hevalê Xelîl Dag bihîstibû. Min dixwest biçim û wî nas bikin. Wî jî xwestibû min nas bike. Sala 2001’ê min ew nas kir. Demeke dirêj me sohbet kir. Dixwest biçe her devera ku şûna pêlava gerîla lê ye, her devera têkoşînê, li ser wan binivîsîne, wêneyên wan bikişîne û filmê li ser amade bike. Ji xwe beriya şehîd bikeve, ketibû ser rêya Botanê û dixwest ji Botanê heta Agiriyê fîlmê gerîla bikişîne. Lê sala 2008’an şehîd bû. Me bi hevalê Xelîl re hin film çêkirin. ‘Tîrêj sala 2002’an yê pêşî bû. Wî baş zanîbû bê ka çi karî dike. Wekî din dizanîbû ku sînema amûreke xurt a propagandayê ye. Bi dîtina min, ew di vî warî de serketî bû. Filmên wî bi bandor bûn. Eynika Bejnê, Dema Jin Hez Bike û Bêrîtan.

Tevî ku filma Bêrîtan sala 2006’an hate nîşandan, hîn jî lê tê temaşekirin û mîna destpêkê elaqeyê dibîne. Mesela, ez niha biçim ku derê, ji min re dibêjin ‘Huseyîn’.”

Em ji balefiran natirsin

Engîzek qala projeyên xwe yên nû jî kir û got, “Şehadeta bê wext a hevalê Xelîl, kir ku karê sînemayê hinekî qels bibe. Hevalên ku ji aliyê hevalê Xelîl ve hatine perwerdekirin hene, lê hevalê Xelîl cuda bû. Ew hostayê karê xwe bû. Piştî şehadeta wî, me hewl da bi rêya yekîneyekê şûna wî dagirin. Tevî ku me çend film çêkirin jî, ew negihiştin asta filma Bêrîtanê. Niha li ber destê me projeyên nû nene. Em çend projeyan bi hev re dimeşînin.

Niha karê filmê ‘Sûr’ê qediya. Me filma berxwedanê çêkir. Bû projeyeke gelekî baş. Dîmenên wê hatin girtin û niha montaja wê dewam dike. Di demeke nêz de wê were weşandin. Wekî din projeya bi navê ‘Dema Dirîreşkan’ heye. Girtina dîmenên wê jî hindik maye biqede. Me filmeke kurt jî amade kir bi navê ‘Berfîn’. Li ber destê me projeyeke nû heye, lê hîn zû ye ku der barê wê de agahî bê dayin.”