Li lîsteya Tevna Bajarên Afirîner ên UNESCO´yê 66 bajarên nû hatin zêdekirin û di nava wan de 2 bajarên Kurdistanê jî hene. Yek ji wan paytexta Ostanê Kurdistanê li Îranê, Sine (Senendec) e, ew di beşa muzîkê de li lîsteyê hatiye zêdekirin. Ya din jî bajarê Başûrê Kurdistanê Slêmanî ye, û ew jî di beşa wêjeyê deketiye vê lîsteya Tevna Bajarên Afirîner a UNESCO´yê.
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên yekbûyî (UNESCO) vê hefteyê biryara xwe eşkere kir ku wê 66 bajarên nû li vê tevnê zêde kirine. bi vê yekê hejmara bajarên li ser vê tevnê qeydkirî jî bû 246. UNESCO´yê ji bo sedema zêdekirina Sine li lîsteyê got, “Ew çandê li navenda stratejiyên xwe yên bipêşxistinê bi cih dike û pratîkên xwe yên herî baş jî parve dike.” Şaredarê bajêr Heşmetullah Seydî ji bo vê yekê got, “Eva ku Sine ji aliyê UNESCO´yê ve hatiye hilbijartin weke bajarê afirîner di warê muzîkê de wê bike ku serdanên bajarê me zêde bibin.”
Herçî Silêmanî ye, ji 11 bajarên di beşa wêjeyê de li lîsteyê zêdekirî ye. Di vê beşê de bi giştî 39 bajarên afirîner li ser Tevna UNESCO´yê hatine bicihkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN