Lîsteya Iraqiye jî, ragihand, axaftina ser van mijaran, carê “zû” ye.
Hesen Sinêd, derbarê daxuyaniya Serfermandarê Giştî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Michel Molen de, ku gotibû, mayîna hêzên wan li Iraqê, pêwîstî bi parêzbeniya parlamentoya Iraqê heye, got, “Parlamentoya Iraqê, parêzbendiya tu hêzekî biyanî nake. Ji ber ku dema ew hêz hatine Iraqê, bi xwe hatine, li ser daxwaza Iraqê nehatine.”
Sinêd, wiha pêde çû, “Wan, Iraq ji destê rejîma berê rizgar kirin û erkên xwe pêk anîn û bûn sedema avabûna hikûmeteke demokratîk. Lê niha êdî, pêwîstiya Iraqê bi tu hêzeke biyanî tune ku parastina wê bike, ji ber ku şiyana hêzên ewlehiyê yên Iraqê ya parastina welat heye.”
Serokê lêjneya ewlehiyê ya parlamentoya Iraqê, ragihand, tê gotin ku dê beşek ji hêzên Amerîka, bo meşq û rahênana hêzên Iraqî, bimîne, lê heke hikûmeta Iraqê, daxwaza vê yekê neke, Amerîka nikare bi zorê, biryara xwe li ser Iraqê de bisepîne û li vir bimîne. 
Ji aliyekî din, parlamenterê lîsteya Iraqiye Zuhêr Eirecî, got, divê em ji niha ve, helwesta xwe li hember pêşniyara Michel Molen, nîşan nedin, ji ber ku di civîna lîderên siyasî yên Iraqê de, ku li mala Serokomar Celal Talebanî de hatibû lidarxistin, biryar hatibû dayîn, lêjneyek bo arîşeya mayîna hêzên Amerîka li Iraqê bê avakirin.
Li gorî Eirecî, heta niha, diyar nîne ka dê hêzên Amerîka, li ser çi bingehî li Iraqê bimînin û erk û mafên wan dê çi be.

BEXDA