Gava mirov li cîhanê dinêre mirov dibîne ku nivîskarên hin welatan têkiliyek xurt bi sînemayê re datînin. Hin helbestvan bi taybetî li ser sînemayê disekinin û helbestan dinivisînin ji bo sînemayê. Sînema ji bo her hunermendî/ê bahreke bêbini ye, ji lewre hemû huneran di xwezaya xwe de duhundirîne. Gelek hunermendên piralî ji sînemayê sûd werdigirin û hunera xwe bi saya sînemayê dewlemendtir dikin. Wek hunere dawî an jî hunera heftemîn sînema bandora xwe ya mezin li sedsala 20’emîn xistiye. Hîn jî ev bandora sînemayê berdewam e. Ez bawer im heta heta jî dê bandora sînemayê li ser civakê û mirovan hebe. Ev yek tiştek hêja ye. Çewa min li jor jî got, hin nîvîskar di nivîs û gotarên xwe de wek rêzgirtinek be jî cî didin sînemayê. Bi çend hevokan be jî sînemayê bibîr tînin. Mînak nivîskarê yekemîn ku qala sînemayê dike yek ji wan jî Tolstoy e. Tolstoy ji bo sînemayê wiha dibêje, “Ev makîneya biçûk ya ku bi destan dixebite dê di jiyana me de -jiyana me nivîskaran de- rê li ber şoreşekê veke.” Gotinên Tolstoy wî mafdar derdixe, di demek kin de sînema şoreşekê pêkanî û bi saya sînemayê çand, erdnîgarî, ziman, huner, hest û jiyan hinek din nêzî hev bûn. Bi şoreşa sînemayê dinya hinek din biçûktir bû. Ew makîneya biçûk ya ku bi destan dixebitî pîşesaziyekê afirand û her çû sînema mezin bû û li hemû dinyayê belav bû. Mînakek din mirov dikare ji Ece Ayhan bide. Ayhan jî ji sînemayê hez dikir û hêz û bandora sînemayê baş dizanibû. Wiha digot, “Di dîroka sînemayê de mirov dikare qala sê cureyên sînemayê bike. 1. Sînemaya Helbestane. 2. Sînemaya helbest-pexşan. 3. Sînemaya Pexşan…Gelek berhemên sînemayê wek pexşan-sînema ne. Lê belê hin şaheser ango berhemên bêhempa hene, ev berhem li gor vê kevneşopiyê naçin; li hember pexşan-sînemayê serî radikin, aha ev berhem helbest-sînema ne…” Ayhan, qedir dide helbest-sînemayê. Mirov hîn dibe ku serê xwe bi sînemayê re êşandiye. Têkiliya helbest û sînemayê pir kûr û dûr e. Her wiha sînemaya helbestane…ev mijarek cûda ye. Mabesta min ne ew e ku ez qala sînemaya helbestane bikim. Tiştê ez dixwazim bibêjim gelek niviskar an jî helbestvan li ser sînemayê ramiyane û di nivîsên xwe de pesnê sînemayê dane. Mirov dikare van mînakan zêde bike, lê mixabin ewqas ciyê me tune ye. 

Ev demek dirêj e ez difikirim û ji min re bû meraq, gelo nivîskar an jî helbestvanê Kurd qet li ser sînemayê tişt gotine an na!? Ez hinek ketim dû vê yekê û min xwest ez hîn bibim ka kîjan helbestvanê me li ser sînemayê çend gotin zêde kirine. Rênas Jiyan di pirtûka xwe ya Çirûskîzm de beşek dirêj veqetandiye ji bo sînemayê ez hay ji vê yekê hebûm. Lê ez wek helbest zû bi zû rastî rêzikên li ser sînemayê nehatim. Piştî xwendina gelek helbestan min dît ku Abdulla Peşêw û Şêrko Bekes qal kirine. Bêkes, Charlîe Chaplîn di helbesta xwe ya bi nav Şîret de carek din nemir dike û hunera wî pîroz dike. Wiha dibêje, “Gelek tişt hene zingar digirin/Ji bîr diherin û dû re dimirin/Wek tac û gopal û textê bin nigên padîşahan/Gelek tişt jî li dinê henin/Narizin û ji bîr nabin û tu car namirin/Wek şewqe û gopal û pêlavên Charlîe Chaplîn.” Bêkes girîngî û bandora hunerê –bi taybetî di şexsê Chaplîn de hunera sînemayê- wek şîretekê di kerikên guhên me de diteqîne. Ji dil jî şîreteka bi wate ye ev helbesta Bêkes. Wek sînemagerekî ez pir bextewar bûm gava ku min ev helbest dît û xwend. Dîsa çar rêzikên Ebdulla Peşêw hene ku mirov gelek dilşad dibe gava ku mirov van rêzikan dixwîne. Wiha dibêje Peşêw, “Dîrok!Binivîse ku bêdeng nemam/Şiîr!Bibore, min te gellek westand/Pexşan!Gelek spas tu hatî hawara min/Sînema!Bibîne ku bêeyne nemam.” Ji bo em bêeyne nemînin divê beriya her tiştî em bibînin û jibîr nekin! Dîtin û nêrînek xurt pêwîst e. Bîr’eke karibe vî wextê mohr bike bivênevê ye. Em ne bêdeng bimînin û ne jî bêyenne bimînin. Belkî jî sînema eyna me ya herî ku me dikare baş nîşan bide ye, ji lewre sînema bo me Kurdan girîng e û dikare bibe dengê me ango wêneyê êşa dilê me. Pêwîst e êdî şaheser û berhemên bêhempa yên sînemaya me jî derkevin û li hember kevneşopiya pexşan-sînemayê serî rakin û helbest-sînemaya Kurdan derkeve holê. Helbesta Kurd ji bo vê yekê çavkaniyeke xurt û dewlemend e. Ji bo destpêkê mirov dikare xwe berde behra helbesta Kurd. Bi gotina Tolstoy, di jiyana me Kurdan de jî dê ev pêngav rê li ber şoreşekê veke.

Da ku sînema bibîne; Kurd bêeyne namîn in…Bê şoreş qet nikarin bimînin!