Ji tembeliyê wêdetir jî, însan ewqasî vik û vala diaxive ku bi destên xwe ewqasî xwe ji baweriyê dûr xistiye û êdî axaftina însan ewqasî bi kêrî tiştekî nayê ku ji bo ku bawerî bîne li ser gotinên xwe, wêjeyê afirandiye însan...
Feylesofî, edebiyat, huner, her cureyên hunerê, pênûs û wêne, em bêjin çi amûrê ku li ser gotinê cudatî pêk tîne, her tişt ji bo baweriya vegotina însan, tesîra axaftina însan hatiye bikaranîn.
Ji van yek jî sînema ye.
Sinema, di nav amûrên axaftinê de amûra herî ciwan e. Va çendek sed sal jî nebûye ku sînema wek zimanek, wek şêweyek, wek şêwazeke gotinê hatiye ketiye nav zimanan. Lê sînema xwedî cudatî û xwedî taybetmediyeke wisa ku, di hundirê wê de her tiştê jiyanê tevda heye. Ango her çi ku di jiyanê de dibe û diqewime, li ser gerdûnê her çi ku zindî ye û tê daneheviyê û her çi ku di dîrokê de ji xwe re cihek parastiye, sînema jî di heman demê de xwedî ji van hemû tiştan e. Ji ber wê dibêjin “sînema jiyan bixwe ye.”
Heke sînema jiyan bixwe be, wê demê çêkerên sînema, karkerên sînema jî, gere xwedî hunereke wisa bin ku, tenê ji bo sînemayê rê ya axaftinê vekin ewqas... Gotinên wê, deng û rengê wê, şêwaz û qêrîna wê re bibin wek pirekê. Ji ber wê, hewce nake û heman demê de xelete ku sînemager ji berhemên xwe zêdetir biaxifin...
Ji ber ku, sînema ya serkeftî, tenê bi wate û hêsta xwe distirê... Heke sînema ne serkeftî be, ango berhemê sînema wek bi serkeftî neyê hilberandin, wê demê yên ku ew kar kirin, bi axaftina xwe diqîrin û sloganan diavêjin ku bila civak û temaşevan baweriya xwe ji wan re bîne.
Kurt û Kurmancî; di nav gelê me de hin kesên ku girîngî didin hunerê, taybet ji dengê hunermendan hez dikin û gotinên wan, ji berhemên wan zêdetir biwate dibînin, va çend deh sale ku ew şêwaz nehatiye guherandin. Ji ber wê ez dibêjim, ji kerema xwe, carek jî be, guh û çavê xwe bidin li ser berhemê, bi deng û rengê sînema ve tekiliya xwe xurt bikin û biceribînin ka ew kesên ku bi dengeke bilind diqîrin, ka sînema ya wan çawa diaxive?
Sînema dê çawa biaxive?
Li ser dinyayê, di vê jiyanê de yên ku diaxivin û distirên, ne tenê însan in. Ne tenê însan û ajal jî... Em dikarin bêjin tevahiya gerdûn bi axaftinê tevdigere; her ku kevirek li cihê xwe dilive, her ku kulîlkek vedibe, avek di rê ya çemê xwe de dihêje û diherike, her ku ajalek li cihkî radibe û diçe li cihekî din, her ku dilopê baranê li ser gihayekî, her ku bayek bi reqsê xwe ve serveyên dinyayê mizdide, her ku hêyvek zikê xwe bi avê tije dike û cardin avê xwe vala dike, her ku dilopek dikeve li erdê û belav belavî dibe, her perçê wê dilopê jî, bi ser xwe çîrokek vedibêje. Ango her livîn, her tevger gotinek e, axaftinek e, her livîn bi ser xwe stran û destanek e... Bila kes quretî neke, ku ji van her tiştan yê herî nezan, herî ji axaftinê kêm fêhmdike, herî tembel jî em dikarin bêjin însan bixwe ye.