Ya balkeş ew e ku, xêynî Kurdan û Kurdistaniyan, sînema ya Kurdistanî, îro şunde wê ne tenê pirsgirêka Kurd, an jî Kurdistaniyan e, di heman demê de sînemagerên Tirkiye yê jî, taybet îro pêva, ji her demê xurttir, dê bala xwe bidin li ser çîrokên Kurdistaniyan. Bo vê jî bila her kes ji niha ve şîyar be û bizanibe ku, îro û sibehê emê binerin û bibînin, dê gerilayên Kurd, çiyayên Kurdistan, mêrg û temam xwezayên Kurdistan, tevger û şewazên tekoşerên Kurdistaniyan, taybet jî tiştên ku bi vê tekoşînê ve pêk hatiye û xwe derxistiye pêş, temamiya ew tiştan îro pêva dê derkevin li ser perdeya sipî.
Tv û sînemagerên Tirkiyeyê, heya niha, ji bo ku berhemên xwe wek bi şêwazeke Kurdistanî bidin xuyandin, Kurd bi şal û şapikan, bi qesr û hêrsan nîşandanê re mijûl bûn, ji bo ku mijareke Kurdistanî xuya bike. Dîtina wan ewqas bû û li gorî çavdêriyên xwe, hema çi car di hişa wan de sewirandinek çê dibû, însaneke bişalwar û bi tizbî derdixistin ber qamera. Ew qarakterên ku Kurd temsîl dikirin jî, her li hev dikuştin, xwîna hev dirijandin, her bi deveke çewt qisedikirin, her nezan bûn, her ji şaristaniyê dûr bûn û li himberê nirxên gerdûnî her cahîl bûn, û hwd.. Hema bi vî şiklî hin wêne dikşandin û berhemên wek sînemayî derdixistin li ser perdeya sipî.
Lê îro rewş hê taybet e. Êdî Kurd xwe hesiyane, ew xebatana naecibînin, bi deveke zanyarî rexneyên xwe tînin ziman, şewaza xwe nîşan didin, ew sînemagerên beredayî jî teşhîr dikin, nezantî û pozbilindiya wan li rûya wan dixin. Gorî vê yekê, sînemager jî xebatên xwe dê nû bikin.
Divê em bizanibin, êdî di xuyangên wan de jî dewsa tizbî, cil û bergan, rasterast tekoşer bixwe, ango gerila wê xuya bike. Ev çend jî, ji bo hunermend û zanyarên Kurd, nakokiyeke mezin ve tijî ye û barêk tîne li ser milên wan.
Êdî îro şunde azmûna hunermendên Kurd, ne tenê li himberê qedexekirinê sekneke xurt nîşandan e. Îro pêva mijar, ew tekoşîna ku heta niha hatiye meşandin b,xwe ye. Îro pêva mijar, li himber şaşkirinan, sekneke bi exlak û bi hunerî nîşandan e. Ango ew berxwedanî ku heta niha hatiye dayîn, ew dijwarî, ked û zehmetiyên ku gelê Kurd û dostên wan kişandine, ew gund ku hatine şewitandin ew agir û rengê ew alazan, wek bi şêwazeke xurt û xweşik anîtina li ser perdeya sipî an jî li ser ekranan ye... Ew dîrok, ew rewşê civat û însanan, tirs, hêrs, bawerî û şikestina baweriyan, ew zozan, dar û daristanan, gor û goristanan, kendal û newal hemiyan e… Heke hunermendên Kurd bi lez nebin, bi ked û bi xebat nebin, ew pergala dagirkerî, vêca wekî YDA çawa ku li Wîetnamê her tişt berewajî kir û tewişand, dê wisa bike.
Ji ber ku îro pêva şer bêçek û bi huner dê bimeşe...
Sînemaya paşerojê
Li Kurdistanê, ji qada gerîlayê bigirin heya sazî û dezgehên çandê, ji Rojava bigirin heya Başûr, Bakûr û Rojhilat, heta her kî ku li ser hunera Kurdistanî, ango li ser hunera berxwedêr difikire û bi awayekî hunerî jê re tekildar e an jî derdê xwe bi hunerê re heye, hemî ew însanan, her kes, bê awerte kesên ku ji bo pêşketina hunera Kurd/Kurdistaniyan difikirin û dişuxulin, temam ew qefle civak û yek bi yek ew însanan, îro, ji her rojên wêdetir jî taybet îro, di vê pêvajoyê de, pê girîngiya sînemayê ve dihesin. Ji ber ku, ne tenê Kurdistan jî, Rojhilata Navîn bi xêra tekoşinê hatiye gihîştiye astekî taybet. Êdî di vê astê de karên hunerî, ji her amûrên tekoşînê xurttir bibandor e.