Mîhrîcana Fîlman ku her sal li Amed û Wanê bi pêşengiya Wezareta Çand û Hûner a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Akademiya Sînameyê ya Rojhilata Navîn tê lidarxistin, îsal jî bi dirûşmeya “Sînemeyên Bêsînor” û mijara “Azadî” dê bê pêşandan.
Cihê mezin ji berhem û çîrokên jinan re
Di Mîhrîcana Fîlman a îsal de piraniya cih wê ji berhem û çirokên jinan re bê veqetandin. Her wiha îsal têkoşîna jinê wê bi fîlman bê vegotin. Endama Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn, Rojhilat Aksoy Degîrmencî da zanîn ku di mihrîcanê de ji bo piştgiriya berxwedana Sûrê beşeke taybet wê hebe.
Ji bo her kesî sînema
Degîrmencî got, armanca wan ew e ku film û çanda Kurd bi civakê bidin nasîn û wiha pê de çû, “Gel ji aliyê film û şanoyan ve gelekî qels e û derfetên wan nînin ku biçin salona sînemayê û li filman temaşe bikin. Lewra em jî li tiştekî wiha fikirîn û me ew da destpêkirin. Bi salan e ku em xabatên mîhrîcanê bi fîlmên cûr bi cûr pêşkêşî civakê dikin. Mîhrîcanên me ji aliyê gel ve jî rastî elaqeyeke mezin tên.”
‘Juriya gel ya Rozerîn Çukur hebe’
Degîrmencî her wiha bal kişand ser beş û sedema zêdehiya fîlmên jinan û got: “Di her mîhrîcanê de fîlmên cuda hene. Lê me îsal xwest ku mijara filmên jinan ji yên din zêdetir be. Loma hewldanên me bi vî awayî ne. Di dawiya mîhrîcanê de biryara Juriya gel ya ‘Rozerîn Çukur’ wê hebe û xelat bi rayên temaşevanan wê bên dayîn û fîlma herî baş dê ji aliyê gel ve bê hilbijartin.”
‘Serlêdana fîlman destpêkir’
Rojhilat Aksoy DEgirmencî dîroka destpêka mîhrîcana fîlman ku dê di navbera 4-13’ê Mîjdarê de bê pêşandan, bi bîr xist ku miracaetên fîlman dest pê kirine.
JINHA/AMED