Li bajarokê Schengenê yê Luksemburgê ya ku peymana rakirina sînoran di nava 17 endamên Yekîtiya Ewrûpayê lê hatibû îmzekirin, qedexeya Elmanyayê ya li dijî PKK’ê hate protestokirin. Rêveberên Aktion 3. Welt Saar e.V û yên Saarlaendischer Fluechtlingsrat e.V.  tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran li cihê ku peymana Schengênê lê hat mohrkirin, alayên 11 saziyên ku Elmanyayê qedexe ne û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Çalakgeran çemê Moselê derbas kir û çûn Elmanyayê. Çalakgeran ji bo qedexeya Elmanyayê ya PKK’ê ya 25 salan protesto bikin, tevî pankartên xwe 25 caran ji Luksembûrgê çûn Elmanyayê û vegeriyan. Çalakgeran piştre rêya Elmanya-Luksembûrgê ji çûnûhatinê girt û qedexe şermezar kir. Li ser navê çalakgeran rêveberê Action 3. Welt Saarê, Roland Roder axivî û got, “Em diyar dikin ku ev qedexe şaş e û tevî sembolên Kurdan ên ku li Elmanyayê hatine qedexekirin, me 25 caran sînorê Elmanya-Luksembûrgê derbas kir. Li Luksembûrgê PKK ne qedexe ye lê li Elmanyayê qedexe ye. Di navbera wan de metreyek jî tine, naxwe PKK ne ew qasî bi xeter e. Heke bi xeter bûya ew ê li welatên din jî bihata qedexekirin. Ji ber vê jî em bang dikin ku qedexeya PKK’ê bê betalkirin.” SCHENGEN