Yekîneyên Prastina Jinê (YPJ) ku li çend bendên kontrolê erkên xwe pêktanîn.
YPJ ji bo parastina gel li seranserî herêma sînor yekîneyên xwe belav kirin.
Endama YPJ'ê yên li ser sînorên Rojava Roza Efrîn dibêje: "Bendên me yên kontrolê hene, 24 saetan em li wir in û makîneyên biyanî ku dikevin herêmê kontrol dikin." Roza Efrîn wiha dewam kir: "Em şerê birakujî naxwazin lê dema pêşmergeyan hêzên xwe li ser sînor belav kirin me jî mafê xwe yê parastina sînor bikar anî, me hijmara xwe pirtir kir û yekîneyên xwe li herêma sînor belav kirin."
Rîhan Roj jî diyar kir ku YPJ'ê herêmê ji kesên biyanî diparêzin, her wiha piştî belav bûna hêzên pêşmergan ew jî erkên xwe yê parastina sînor bikartînin. Rîhan Roj diyar kir ku ew amade ne ji bo parastina hêrêmên xwe û hemû pêkhateyên herêmê canê xwe feda bikin.
DÊRIK