Ji fermandarên YPJ’ê Hebûn Sînya (Dêrik) li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedena xwe Kobanê kirin berxwedana keleha mirovahiyê û bû yek jî pêşengên berxwedanê. Sînya û rêhevalên wê piştî ku Kobanê ji çeteyan rizgar kirin bi gotina “Em ê dijmin li hemû qadan biqewirînin” dest bi operasyonên azadkirina gundên Kobanê kirin. Sînya di 30’ê çileyê de jiyana xwe ji dest da. Sînya di roja 125’emîn a berxwedanê de di hevpeyvîna dabû DÎHA’yê de berxwedana dîrokî ya li Kobanê bi gotinên “Em bi qileşan ve li hemberî tangan sekinîn. Şervanên me teslîmiyet, tirs û firotina axa xwe red kirin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dan û DAIŞ têk birin. Di şervanên me de pîvana welatparêziyê û girêdana axê ev e” anî bû ziman.

Em di rojên ku berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê meha 4’emîn li pey xwe hiştibû de li eniya başûr a Kobanê di mangaya şervanên YPJ’ê de bi Sînya re axivîbûn. Ji ber ku hê jî pevçûnan bi dijwarî berdewam dikin me nexwestibû dema Sînya û şervanên dinin zêde bigirin lewma me bi lez û bez dixwest hevpeyvînê bigirin. Wan jî xwestin di rewşa şer de be em bi hev re xwarinê bixwin û piştre hevpeyvînê bikin. 

Sînya bi rûyê xwe yê ken ve bi pirsên xwe li ser sifreyê xwest men as bike. Piştî xwarinê me pirsa gelo em ê bikaribin li kolanê hevpeyvînê bikin ji wê kir. Dîsa bi rûyê xwe yê bi ken bersiva “hûn çawa bixwazin dê bibe” da me. Ewil rexta xwe piştre jî çeka xwe hilgirt. Em bi hev re li kolanên ku şopên giran ên şer hebû meşiyan. Dema ku sohbet dikir hin caran bi Kurdiya xwe ya herikbar, hin caran jî bi tirkî bersiv da me. Lê got dê hevpeyvînê bi Kurdî bide.

Dema ku me dest bi hevpeyvînê kir û me pirsa çeteyên DAIŞ’ê çima Kobanê kirine hedef ji wê kir ji me re got ku divê çima Kobanê wekî hedef hatiye bijartin baş bê tehlîlkirin û bi vî rengî dest bi axaftina xwe kir. Sînya got ku DAIŞ’ê tenê weke hêzeke bi tena serê xwe nirxandin ne rast e û ev êrîşa hêmû hêzên ku dixwazin Rojava bifetisînin e. 

Sînya piştre jî berxwedana gelê Kurd a li dijî çeteên DAIŞ’ê, israra gelê Kurd a di jiyana bi rûmet, parastina desteftiyên xwe û girêdana bi ava xwe de anîbû ziman û gotina “Ji ber ku ew ji teknîka xwe bawer dikirin lê berxwedanê hesabên wan pûç kir û êrîşên wan şikand” anîbû ziman. Sînyayê di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî bû ziman: “Em bi qileşan ve li hemberî tankan sekinin. Şervanên me teslîmiyet, tirs û fidotina axa xwe red kirin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dan û DAIŞ têk birin. Pîvana şervanên me ya welatparêziyê û girêdana axa xwe ev e.”


‘Me DAIŞ li Kobanê fetisand’

Hin beşên hevpeyvîna ku me bi Sînya re kiribû wiha ye: “Mînak li dibistana gundê Serzore berxwedana destanî ya 12 hevalên me heye. DAIŞ bi tang û topan û bi hejmareke zêde êrîşî wîr kiribû û ji berk u darbeyên giran xwaribûn wekî har bûbûn. 12 şervanên YPG û YPJ’ê teslîmbûn, tirs û firotina axa xwe red kirin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dan û DAIŞ têk birin. Pîvana şervanên me ya welatparêziyê û girêdana axa xwe ev e. DAIŞ a ku li gundan darbe xwarin em wekî taktîk vekişiyan bajar. Ango ne kum e nekarî li ber xwe bidin, berovajî vê yekê ji bo ku em DAIŞ a ku bi teknîka xwe bawer e çek û tekînka wan bêbandor kirin bû. Em bi qileşên di destên xwe de li hemberî wan sekinîn. Me dizanibû pir bi bandor nîne l ême ruhê berxwedanê nîşanî hemû cihanê da. Me DAIŞ li Kobanê fetisand.

Gelek noqte ji çeteyan hate paqijkirin. 

Mînak dema ku çeteyan darbe xwarin ev yek qebûl kirin û avahiya Navenda Çand û Hunerê ya ku ligel têkçûnê wekî peyama ‘em li vir in dan’ yek ji van e. Dîsa Dibistana Reş ji ber rewşa xwe ya stratejîn navendeke girîng bû. PişTî ev noqteyên ku hatin girtin şervanên me li herêmên di bin dagrkirina çeteyên DAIŞ’ê de bûn hakimiyet bi dest xistin. Ji ber vê yekê jî operasyonên me yên ji bo paqijkirina çeteyan hatiye destpêkirin dê bi biryarî bidome.


‘Me serkeftin weke berpirsiyariyekê dît’

Li axa Kobanê berxwedaneke dîrokî didome. Şervanên YPG û YPJ’ê, ciwanên Kobanê heta kal û pîran hemû kes serkeftina li Kobanê wekî peywirekî dibîne. Ji ber ku em dizanin ku heka Kobanê azad nebe ji bo tu Kurdan misogeriya jiyanê nîne. Tenê ne qedera Rojava ya hemû cihên Rojhilata Navîn a ku gelê Kurd dijî dê serkeftina Kobanê diyar bike.”


ÇAGDAŞ KAPLAN/MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK/DÎHA/STENBOL