Beriya tam bi 72 salan, di 31 Adara 1947’an de, Pêşewayê Mezin Qazî Muhammed bi destê mêtingeriya Îranê hatibû bidarvekirin. Dema ku Qazî Muhammed ber bi Sêdarê ve dibirin, wî mirovê mezin, Peşewayê Gelê Kurd, hewl da ku, bi şiyarî û şîretên xwe pêşiya gelê Kurd ronî bike.

Dema ku em Pêşawayê Gelê Kurd bîr tînin, em bihêlin bila gotinên wî yên ku hîna jî pêşiya me ronî dikin, bipeyivin:

"Gelê Kurd! Xwişk û birayên min ên xoşewîst!

Birayên min ên ku malên we talan bûyîn û di bin zext û zorê de ne! Ez ê di dawiya demên jiyana xwe de çend şîret û amojgariyan li we bikim.

Ji bo xatirê Xwedê, êdî dijminahiya hev nekin! Bibin yek, li hember dijminê zordar li ser piyan bin û ti carî xwe nefiroşin wan!

Nîşana pîroziya her neteweyê, yekîtî û hevkarî ye. Ev nîşana pêşiyên we ye, ji bilî vê rewşê ev gel tine dibe û di bin destê biyaniyan de dîl dimîne.

Ey gelê Kurd! Hîç tişteke we ji ya gelên cihanê kêmtir nîne. Ew jî, ku niha ji penceyên dijmin rizgar bûne, rojekê wek we bûn. Lê ew bûn yek û gihiştin azadiya xwe. Ji vê û pê ve, êdî ji destê wan tiştekê negirin, û nebin dijminên yêk.

Di çavên wan de çend Kurd hene, heger çi Misilman jî bin, gunehbar û sucdar in. Kuştin û tinekirina wan rewa ye. Me, ji bo xwe xenîmet dihesibînin.

Heger serokê eşîran xiyanet nekiribûna û xwe nefirotiba hikûmeta Şahî, hûn û komara me bi vê çarenûsê re hevrû nedihatin.

Divê hûn ji kuştina min, bira û kurmamê min netirsin. Dibe ku di vê rêyê de hêj gelek kes şehîd bibin ta bigihijin mirazên xwe.

Çi ji wê qenctir û hêjatir e ku mirov di rêya gelê xwe de ser, mal û canê xwe bi gorî bike? Ev mirin ji bo min serketin û pîrozî ye.

Kurdistan mala hemû Kurdan e. Çawa ku her endamê malê ji bo parastina wê berpirsyar e û yek ji yekê çavnebarî nake, Kurdistan jî wisa ye. Heger we dît kesekî berpirsyariyek hilda ser xwe, bihêlin bila encamê bide. Kevir neavêjin karê wî, pêçewanê wî destek bikin. Bila ji bo vî karî serperiştiyê bike.

Ew kesên ku bi gotina me nekirin û li hemberî me rabûn, niha li mala xwe û di nav nivînên xwe yên germ de bi hêsayî radizin. Lê em ji bo xizmeta gel niha li ber piyê sêdarê ne. Heger min jî ev berpirsyariya giran nedaba ser xwe, ez jî niha wek wan di xewa şîrin de bûm. Ji ber ku heger hevalekî din ev berpirsyarî daba ser milên xwe, niha di cihê min de ew li ber piyê sêdarê bû. Ji ber hindê ez bextewar û kêfxweş im.

Ji bo çend roj jiyana vê cihana bê dom, nebin patexwir û nokerên dijmin. Ji ber ku dijmin, dijmin e, cihê baweriyê lê nîne.

Hûn ti carî ji serhildan û têkoşînê nemînin! Ta wek hemû gelên din hûn jî ji koletî û dîlîtiyê rizgar bibin.

Ta hûn nebin yek, hûn serketî û pîroz nabin. Li hember hevdu zordarî û zorê rewa nebînin! Xwedê gelek zû zordarî û zordaran tine dike."

Pêşewayê gelê Kurd wiha gotiye beriya biçe sêdarê. Bi heviya ku herkes li gotinên Qazî Muhammed bi wicdanekî mezin guhdarî bike!