
Navenda Çapemenî û Raghîhandina YPG’ê derbarê şer û pevçûnên 24 saetên dawî daxuyaniyek nivîskî weşand. YPG’ê da xuakirin ku li başûrê Kobanê operesyona tolhildana Şehîdên Kobanê dane destpêkirin û armanca wan ji operesyonê paqijkirina bajaroka Sirîne ji çeteyan e.
Daxuyaniya YPG’ê bi vî rengî ye: ˮHêzên me şevê din li başûrê Kobanê, Operasyona Tolhildane Şehîdên Kobanê da destpêkirin. Operasyona ku bi armanca bajaroka Sirîn û derdora vî were paqijkirin hatiye destpêkirin bi awayekî serkeftî berdewam dike. Hêzên me di çerçoveya operasyonê de şevê din gundên Sikeyif û Tirkmên, dîsa hîn girên stratejîk ji çeteyan paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.”
3 çete hatin kuştin
Her wiha YPG’ê da zanîn ku gellek çek û cebilxane hatine bidestxistin û wiha dewam kir:” Hêzên me li vê qadê 13 kleş, 25 şerjorê kleş, 500 fîşekê kleş, 1 BKC, 10 bombeyên desta, 4 rext û 1 sentrala bêtelan bi dest xistin. Operasyona hêzên me bi awayekî lêz berdewam dike. Komek çeteyan a ji 6 kesan pêk dihat pêr pişt nîvro li hember navenda Girê Spî hewldan êrîş bikin. Bi mûdexaleya hêzên me ve ev kom di cihêkî de hat dorpeçkirin. Di pevçunên li vê qadê de 3 endame çete hatiye kuştin. 2 çeteyên birîndar bibûn jî çûn raxê din a sînor û rêvîn. Operasyona bi armanca girtina çeteyê şeşemîn a ku tê payîn li herême xwe veşartiye berdewam dike. Di van pevçûnan de rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir gihişt şehadete.ˮ
NAVENDA NÛÇEYAN