
Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke bang li hikumeta federal a Elman kir ku şîrketên Tirk ên paravan eşkere bike û bes piştgiriyê bide îstîxbarata Tirk.
Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke li ser sîxuriya dewleta Tirk a li Elmanyayê daxuyaniyek da. Jelpke bang li hikumeta federal a Elman kir ku şîrketên Tirk ên paravan eşkere bike û bes piştgiriyê bide îstîxbarata Tirk.
Di nûçeya hefteya borî ya ANF’ê de, belgeyên şîrketeke paravan a MÎT’ê ya li Elmanyayê, ku di navbera salên 2011-2015’an de xebitî hatibû eşkerekirin.
Di belgeyên navborî de dihate dîtin ku şîrketa lîmîted “MTG GmbH” şîrketeke paravan e, ku ji aliyê endamên MÎT’ê Mûhammed Taha Gergerlîoglû û Goksel Guler ve hatiye avakirin, ku Gerberlîgolû û Guler di 17’ê Kanûna 2014’an de ji aliyê polîsên Elman ve hatibûn binçavkirin. Eşkere bûbû ku ev şîrket ji bo karên îstîxbaratî bimeşîne hatiye avakirin û tenê li ser kaxiz heye.
Navenda bingehîn DITIB e
Ev şîrketa navborî, bi sermayeya 25 hezar Euro ya îstîxbarata Tirk, li bajarokê Bad Durkheîmê hatibû vekirin. Endama Meclîsa Federal Ûlla Jelpke 5 belgeyên ku ANF’ê di vê derbarê de weşand, lêkolîn kir û anî ziman, MÎT bi giranî bi rêya şîrketên paravan dixebite. Wekîla Partiya Çep Jelpke, ku yek ji siyasetmedarên Elman e ku karên rejîma AKP’ê yên li Elmanyayê ji nêz ve dişopîne, wiha dewam kir: “Di nava raya giştî ya Elman de têgihiştineke bi vî rengî afiriye; ‘DITIB karê îstîxbarata Tirk dimeşîne’. DITIB tenê li dijî cemaeta Gulen kar dike û li mizgeftan propaganda Erdogan dike.
Rejîma Erdogan karê xwe yê îstîxbaratê ne tenê bi rêya DITIB’ê dimeşîne. Di heman demê de bi rêya şîrketên paravan ên sîxuriyê vî karî dike. Pêwîste ev şîrketên paravan bên eşkerekirin. Ev tevna îstîxbaratî dikare sûcên bi her rengî bike. Divê hikumeta federal bes piştgiriyê bide vî sûcî û têkiliya xwe ya bi îstîxbarata Tirk re bibire.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN