Ji aliyê xwendekarên Wargeha Penaberan ya Mexmûrê ve kampanya alîkariyê ya ji bo gelê Şirnexê ya binavê ‘Şirnex ne bitenê ye’ li Dibistana Navîn ya Şehîd Denîz Firat bi daxuyaniya çapemeniyê hat destpêkirin. 

Daxuyaniya çapemeniyê ya bi munasebeta kampanyayê duh di saet 15-00’an de bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Daxuyanî ji aliyê xwendekara Dibistana Navîn a Şehîd Denîz Firat, Medya Uren ve hate xwendin. 

Di daxuyaniyê de balkêşand li ser rol û mîsyona gelê Botanê yê berxwedêr û wiha domand: “Dijminê hovane ku xwestiye di kesayeta gelê Botanê de gelê Kurd tune bike, ji bo wê gelek reng û cûreyên êşkence, şîdet, zîndan û hwd. li ser wan dane meşandin. Bi vê boneyê gelê wargehê jî piştgirî û destek dayîna xwe ji gelê xwe yê berxwedêr û tekoşer re radigehîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşakirin ku “Gelê Botanê di berxwedan û şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de jî gelê xwe bitenê nehiştin û li kêleka wan mil bi mil şer kirin. Bi vê destek dayîn û xwedî derketinê dewleta dagirker û hevkarên wê hîn zêdetir tengavkirin. Em weke gelê wargehê û xwendekarên wargehê bitundî vê komkujiyê şermezardikin û berxwedana gelê xwe ya rûmetê silav û pîroz dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Gelê Botanê’ bidawî bû. 


 ROJNEWS / MEXMÛR