Lêkolînerên Portugalî yeqîn dikin ku ew bi ser sirra hibra şîn a serdema navîn a beriya bi hezar salan ve bûbin. Ew dibêjin, wan pêvajoya dirêj a çêkirina hibrê û giyayê ku rengê şînexemrî yê yekane dida vê hibrê jî kişf kiriye. Pisporan ji bo ji nû ve çêkirina vê hibrê kitêbeke kevin a bi zimanekî îro mirî hatî nivîsîn, bi kar anî. Pîgmenta vî rengê taybet weke foliyûm tê nasîn ku demeke dirêj rengê wê jê naçe. Ji ber ku şînên mayî zû jê diçin ev şînê hanê gelekî bi qîmet bû di serdema navîn de. Tevî îndîgoyê, foliyûm çavkaniya sereke ya pîgmentên rengê şîn e. Piştî hilberîna hibrê ew di nava kitanekî de dihat şilkirin. Bi vî awayî ev hibra şîn dikarî li seranserê Ewrûpayê bê belavkirin. Lê piştî ku Guttenbergî çapxane bi pêş xist, qîmetê kitêbên rengandî kêm bû û pêvajoya bikaranîna foliyûmê jî bi demê re ji bîr çû û li şûna wê yên sentetîk hatin bikaranîn. Ji sedsala 19’an ve awayê çêkirina wê hatibû jibîrkirin. Ji bo bi ser sirra çêkirina vê hibra şinve bibin, lêkolîneran pêşî kitêbeke bi zimanekî mirî wergerînin zimanê jê fêm dikin. Kitêb bi Lusîtanî hatibû nivîsîn. Civakeke Cihû-Portugalî caran pê dipeyivî, lê piştî înkuwîzîsyonê ev civak ji Portugalê kiribûn der. Axir bi hezar belayî lêkolîner bi ser têra xwe agahiyan ve bûn ji bo foliyûmê ji nû ve çêkin. Wan dizanî êdî ku giyayê cûnekesk ê bi navê Chrozophora Tinctoria yekane tişt bû ku di nava hibrê de hebû. Di kitêbê de terîfeke pirr baş a giyayî hebû û bi vî awayî lêkolîneran zanî kîjan giyayî bi kar bînin. Nivîskarê sereke yê encama lêkolînê Paula Nabais dibêje, “[kitêb] dibêje ka giya yekî çawa ye, ka bera wê çawa ye... gelekî kite bi kite vê dike, ew dibêje ka kengî û li ku ev giya çêdibe û her wiha ka kengî mirov dikare biçine”. Wan ev giya li Monsarazê li başûrê Portugalê dît û bera wê ya bi qasî bindeqeke piçûk jî çinî.Ew zû pê hisiyan ku divê sîsika wê neperçiqînin ji ber ku ew pîgmentên reng diguhere. Axir wan bi testên li labaratuwarê karî piştras bikin ku rengê şîn ê hibra şîn û rengê şîn ê ji vê bera giya weke hev in. Di lêkolînên di asta mezinahiya molekulan de jî wan karî piştrast bikin ku rohnî ew rengê şîn ê ku li bendê bûn derxistiye holê. Mirov bi vênevê jixwe dipirse gelo mirov wê karibe gelek pêvajoyên çêkirina rengên caw û berrên Kurdistanê yên îro hatine jibîrkirin jî rojekê wiha ji nû ve derêxe holê yan na. Ne tenê reng, em îro bi gelek awayên çêkirina caw û berrên Kurdistanê jî hew dizanin ku xebîneteke mezin e ji bo bîra civakî û miletê Kurd hemûyî. LÎZBON