Qalibên geometrîk ên veşartî diyar e ku îşaret bi kompleksbûn, yanî tevlîhevbûneke zêdetir a Girê Mirada yê li Xirabreşkê dikin. Qonaxa yekê ya avakirina Girê Miradan di navbera beriya bi 12 hezar ta 11 hezar salan de tê qebûlkirin. Em behsa xelekên bi kevirên tîk çikandî dikin ku arkeolog matmayî kirin di salên 1990’î de. Lewma wan nekarî fêm bikin ka çawa civakên nêçîrvan û berhevker ên ku “besît” dihatin qebûlkirin, karibin tiştên ewqasî tevlîhev ava bikin! Wan nezanî çawa beriya çandiniyê ev dikarî bibe. Du arkeologên Îsraîlî, Gil Haklay û Avi Gopher ji Zanîngeha Tel Evîvê di gotareke xwe de niha dibêjin, ji ya ku em zena wê dikin bêhtir jî ev avahiyên hanê kompleks û tevlîhev hatine avakirin. Li gorî wan, ji bo avakirinê plansazî û çavkanî pêwîst bûn ku heta niha wisa dihat hizirkirin ku ji bo hingê ne mumkin bûye. Gelo her sê xelekên ji keviran di heman demê de hatin avakirin? Ev xelekên hanê ji kevirên bi şiklê T’yê, qederê 6 metroyan bilind ên li ser wan fîgurên heywanan û yên antropolojîk hatine verotin, hatine çêkirin. Axir sisê xelekên van keviran ên herî kevin in. Lêkolîner hizr dikin ku ev hersê xelek bi qalibên geometrîk yên em hîna bi wan nizanin hatine avakirin. Ji van qalibên hanê bi ya wan “nexasim jî sêgoşeyeke aliyên wê wekhev” tê de bi dewra xwe rabûye. Heta bi vê çavdêriya nû, piraniya arkeologan yeqîn dikir ku ev xelekên hanê li pey hev û di mohleteke dirêj de hatine avakirin. Yanî nehatibû fikirîn ku her sê xelek di heman demê de weke beşên heman projeyê hatibin avakirin. Ji lêkolîneran Haklay berê mîmar bû û “analîzeke formal a mîmariyê” ya avahiyê kiriye, da ku bi ser prensîpên plansaziya avahiyê ve bibe. Bi bikaranîna algorîtmayan, Haklay nuqteya navendî ya her sê xelekên ne birêkûpêk diyar kir. Ew jî teqrîben di nava herdu stûnên sereke yên her yekê ji xelekan de bû. Gava mirov wan digihîne hev jî sêgoşeyeke hema hema bêqisûr a her kenara wê bi qasî ya din derdikeve holê. Tenê 25 santîmên din bên sererastkirin, wê xetên di navbera wan de vê sêgoşeya bêqisûr çêkin. Em behsa mesafeya di navbera wan de ya 19,25 santîman dikin. Heger ev hîpotez rast be û avahiyên li Girê Miradan li gorî qalibên geometrîk hatibin çêkirin, naxwe, firehiya erdê avakirinê sê caran ji berê mezintir bû û pê re jî naxwe diviya vê civaka nêçirvan û berhevkeran sê caran bêhtir çavkanî ji bo vê avahîsaziyê veqetanda. Yanî heger ev hîpotez wisa be, naxwe zanîna van civakan û behremendiya wan a plansaziyê nêzî ya civakên paşê yên bi çandiniyê re bicihbûyî bû. NAVENDA NÛÇEYAN