KJK’ê têkildarî salvegera damezirandina PKK’ê daxuyanî da û bal kişand ser şert û mercên derketina holê ya PKK´ê û got, hêvî nemabû.

  KJK´ê azadiya jinê weke sîsika PKK´ê bi nav kir û anî ziman ku têkoşîna azadiya jinê li Rojhilata Navîn mezin dibe û geş dibe.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî salvegera 41´ê ya damezirandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî da. KJK’ê got, PKK navê liberrabûna pergala baviksalarî ya pênc hezar salî ya di dîroka mirovahiyê de ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’PKK rêxistiniya kesan, gelan, komên cuda yên baweriyan ya bi hêza xwe, li ser vî hîmî li dijî serdestiyê, li dijî zext, zordarî û stratejiyên tije derew ên pergala hegemonîk hemûyî tevgera berxwedan û serhildanê ye. PKK partiya jinên azad e. PKK di nav zor û zehmetiyan de watedarbûn û afirandina jiyana azad û têkiliyan e, a bi hişmendî, ked, vîn û berdêlên mezin. Ji ber vê em damezirîna PKK’ê weke yek ji roja pîroz a dîroka mirovahiyê dibînin. Û em dibêjin; salvegera 42’an a damezirîna PKK’ê li gelê me, li jinan, li gelan û li mirovahiyê hemûyî pîroz be.

Polîtîkaya sereke ya dewleta Tirk ya ku sedsala 20’an hatî damezirandin ew bû bi polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û koçberkirinê bi temamî Kurdan ji dîrokê rakin. Armanc ew bû, hebûna yek ji gelê qedîm ê Mezopotamyayê ji holê were rakirin. Di sedsala 20’an de her çendî Kurdan bi serhildanên weke yên Seyîd Riza û Şêx Seîd hewl dabin bergiriyê bikin jî bi ser neketin. Kurd ber bi salên 1970’yî ve her ku çû xistin pêvajoya qirkrin û helandinê.’’

Di demekê de ku hêvî nemabû

Di rewşeke wiha de ku hêvî nemabû, Rêber Apo 27’ê Mijdara 1978’an li gel komeke hevalên xwe bi wêrekî, bawerî û îdîayeke mezin PKK damezirandin. Em di vê roja birûmet û pîroz de careke din rêbertiya xwe bi hezkirin û hurmet slav dikin. Di şexsê pêşengên damezirîna PKK’ê hevrê Hakî, Kemal, Xeyrî, Mazlûm, Sakîne Cansiz de, em şehîdên PKK’ê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin. PKK ya ku bi pêşengiya Rêber Apo hatî damizarandin, ji bo gelê Kurd, jinan û gelên herêmê bû roniyeke mezin a hêviyê.

Bawerî û biryardarî ye

PKK partiya geşkirina azadiya jinê û wekheviyê ye. PKK di nav rasteqîniya şerê cîhanê yê sisiyan de, bûye xwedî rasteqîniya têkoşîneke wiha ku dikare çareseriya krîza mirovahiyê bîne. Îdîaya mirovahiyê ya avakirina jiyan û pergala alternatîf, bawerî û biryardariya vê bi têkoşîna me tê geşkirin.

Di vê çarçoweyê de em jin bi coşî û kelecaniyeke zêde careke din damezirîna PKK’ê pîroz dikin. Têkoşîna me ya azadiya jinê weke sîsîka PKK’ê li ser xakên Rojhilata Navîn wê geş û gur bibe. Em bang li gelê xwe, li jinan, gelan û baweriyan hemûyan dikin ku bi rengekî hê karîger û çalak tevlî doza geşkirina têkoşînê bibin, jê re bibin destek û mezin bikin.’’

 

 ANF/BEHDÎNAN