Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku DYA û Rûsya nikarin li dijî sîstema federal derkevin. Muslim destnîşan kir ku sîstema federal êdî rastiyeke cîhanê ye û xwe ferz dike. Muslim ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku hevdîtinên Cenevre-3 ên bêyî Kurdan hatin lidarxistin, di rewşa heyî de xitimîne û got: “Ger em di nava van hevdîtinan de nebin, wê tiştek jê dernekeve. îro bi rengekî vekirî ev rasti derket holê’.
Ji çareseriya siyasî bawer nakin!
Muslim da zanîn ku bi taybet mûxalefeta siyasî ji çareseriyeke siyasî bawer nake û wiha axivî: “Yên li derve, ku jê re mûxalefeta polîtîk tê gotin, yanî yên van hevdîtinan organîze dikin, ji ber ku li ser rûyê erdê ti hêza wan nîne, gotina wan ji bo kesî nederbasdar e. Ji ber vê yekê Amerîka û Rûsya hêdî tevdigerin û li bendê ne li ser rûyê erdê hin tişt bên guhertin. Li bendê ne ku di nava pêvajoya pêş de hin hêz, li ser rûyê erdê bi temamî ji holê rabin. Xuya ye 3 mehên li pêşiya me wê gelekî zehmet û bi şerekî giran derbas bibe.”
‘Em bi her kesî re hevdîtinê dikin’
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku ger ew jî beşdarî hevdîtinên ku pêk bên de amadebin, dibe ku gelek tiştên cuda rû bidin û wiha pêde çû: “Baş dizanin, eger em nebin wê dîsa heman tişt dubare bibe. Ji xwe ji destpêka hevdîtinan ve bi me re di nava têkiliyê de ne. Di vî warî de, bêyî em tawîzê ji nêrînên xwe bidin, em bi her kesî re hevdîtinê dikin. Di nava vê demê de bi her alî re em hevdîtinan dikin. Em ne li dijî hevdîtinan e, lewma hevdîtinên me dewam dikin. Helwesta hêzên di bin bandora Tirkiyeyê de ne, ya li hemberî me neguheriye. Di helwesta hin komên din de hin guhertin heye. Dixwazin bi rengekî veşartî bi me re hevdîtinê bikin. Em jî bi wan re neyekser jî be, hevdîtinan dikin.”
‘Pêşveçûna me plan tine kir’
Salih Muslim bal kişan ser têkiliyên Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê û da zanîn ku bandora van hêzan mîna berê nîne. Muslim diyar kir ku ji ber pêşketina wan ya li herêmê, siyaseta Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê serobin bû û got: “Tirkiye piştî têkiliya bi Rûsyayê re dibe ku li herêmê ji aliyê xwe ve hin guhertinan bike. Cîhanê fêm kir, bêyî Kurdan ti hevdîtin an jî ti proje nikare pêk were. Di serî de Tirkiye, hemû planên hêzên herêmî yên li ser Sûriyeyê, li bin guhê rastiya Kurdan ketin û tine bûn.”
Sistema federal a herî guncav e
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku DYA û Rûsya nikarin li dijî sîstema federal derkeve û got: “Ji xwe sîstema wan jî sîstemeke bi vî rengî ye. Sîstema federal êdî rastiyeke cîhanê ye û xwe ferz dike. Sîstema federal li cîhana Ereban jî heye. Emaretên Ereb ên Yekbûyî ji xwe sîstemeke federal e. Li welatekî ku nifûsa xwe ne mîlyoneke jî, ev bi cih tê anîn. Çima li Sûriyeyê bi cih neyê? Di nava vê sîstema federal de Kurd, Elewî, Suryanî, Tirkmen, Ereb dikarin xwedî herêmên xweser bin. Bi sîstema federal re rejîma berê wê li holê nemîne. Em qala sîstemeke pirengî dikin li dijî feraseta tekparêz.”
‘Dixwazin komen nû yen mûxalefetê derxînin’
Muslim da zanîn ku DYA yan jî hêzên herêmî, rojavayî yên destekê didin şoreşa Sûriyeyê dixwazin komên nû yên mûxalefetê derxînin an jî yên heyî bikin yek û got: “Lê ev rewşa dixwazin biceribînin bi ser nakeve. Ji ber hêzên herêmî, bi me re jî hevpariyê nakin. Lê belê her tişta ku hêzên herêmî dixwazin li Sûriyeyê bikin, li bin guhê dîwarê Kurdan dikevin û tine dibin. Hemû destekên van hêzan diçin ji DAIŞ'ê re. Ji ber ku ev êdî derketiye holê, weke alternatîf niha dixwazin destekê bidin Cebetul Nûsra. Ew jî xwe di nava lîsteya terorê de ye. Li holê Ararul Şam dimîne, mejiyê wê jî ji xwe yê DAIŞ'ê ye. Yanî ji bilî me, ti hêzeke sekuler, laîk û demokrasiyê esas digire, nîne.”
’Tirkiye zerarê dide herêmê’
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di derbarê rola aktoriyê ya Tirkiyeyê de axivî û got: “Rola Tirkiyeyê weke aktorekî zerarê dide herêmê tê bilêvkirin, tê naskirin. Êdî hatiye dîtin, ku Kurd hêza herî mezin a li herêmê dest jê nayê berdan e. Li derveyî me feraseteke heye ku xîlafetê dixwaze û dixwaze herêmê bibe 1500 sal beriya niha.