Hunermendê Kurd Elî Temel ku beriya bi 21 salan di şer de jiyana xwe ji dest da, bi stran û helbestên xwe tevlî karwana nemiran bûbû. Lêkolîner Zeynep Yaş di pirtûka Şakarên Muzîka Kurdî, cilda duyemîn de lêkolînek li ser kurtejiyana wî û hunera wî kir.

Ji bo Temel navenda çandê hat vekirin û niha jî ji bo tomarkirina arşîva huner û berhemên Zeynep Yaş lêkolîn û  xebatên arşîvkirina berheman ji bo Temel wê bidomin.

Elî Temel di 1’ê Çileyê 1960’î de li Gundê Girêsor ê Dêrikê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê Girêsor û dibistana Navîn jî li Şemrexê xwend. Temel, dema tevgera Apoyî nas kir xortekî 17 salî bû. Temel dema lîse dixwend ji ber mamosteyê wî Kerim Baytar ê tevlî PKK’ê bûyî û jiyana xwe ji dest dayî, dev ji dibistanê berda û ji Şemrexê derbasî Qoserê bû. Temel piştî ku pêşengên PKK’ê Hayri Durmuş û Ferhat Kurtay nas kirin, dest bi xebatên matbaayê kir. Temel li vir huner û şoreş kir yek û dest bi têkoşîna azadiyê kir. Temel bi hunermend Sefkan re di NÇM’ê de xebitî û dest bi karê hunerê û şoreşê kir. Sala 1980’yî Temel hat girtin û 4 mehan di bin çavan de ma. Temel 2 mehan rastî êşkenceya giran hat û piştre hat girtin. 


Dengê wî li her derê bilind dibe

Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li Zindana Amedê êşkenceyên gelek giran hatin meşanin. Şahidên wan rojan bi pirtûkan serpêhatiyên xwe nivîsandin, lê dîsa têr nekir. Li aliyê din li ser zindana Amedê û êşkenceya zindana Amedê helbest û stran hatin nivîsandin. Lê ya herî zêde bandor li ser civakê kir, helbestên Hunermend Elî Temel bûn. Elî Temel bi helbest û stranên xwe şopek kûr di hiş û mejiyê civakê de hişt. Nivîskarê helbest û strana “Wa ye PKK Rabû li deşt û zozanan belav bû” ku li Zindana Amedê ev helbest nivîsand û bi salan e li her derê dengê wê bilind dibe û pir lê tê guhdarkirin û jê tê hezkirin. Elî Temel ku bi darê melkezê û tayê gorê tembûr çêdikir û helbestên xwe dikirin stran, li Zindana Amedê helwesta “Wayê PKK Rabû” nivîsand û ji bo hemû hevalê xwe yên girtîgehê bû moral û coş. Elî Temel li îlhama strana xwe ji pêngava 15’e Tebaxê serdegirtina Dihê/Erûh û Şemzînanê girtiye. 


Serê xwe bi Kurdî re diêşand

Di sala 1981’ê de hat girtin û di rojên xwe yên li zîndana tarî ya Amedê de, yek ji wan kesan bû ku herî zêde serê xwe li ser Kurdî diêşand. Li gel Ferhat Kûrtay di mezela 33’an a navdar de dima. Di şeva 18’ê Gulana 1982’an de dema Kûrtay û sê hevalên wî bedena xwe dan ber êgir, ew jî li wir bû. Ji wê rojê û pê ve li hin cihan helbest dinivîsandin, navê helbestê jî AMED bû. Hevalê wî yê girtîgehê Siyasetmedar Muzafer Ayata jî digot “Civata PKK’ê weke mala xwe didît, weke zarokê vê malê bû. Dibeziya her karî, bi dîsîplîn bû. Bi aheng bû. Mîna xwe bû, bi qasî ciwanbûyîna xwe, ewçend jî zane bû. Jê hez dikirin. Ji dil bû. Ne ji wan mirovan bû ku bi şaşitî tevlî me bûbû. PKK ji bo wî bijarteyek, daxwazek bû. Timî bi Kurdî re mijûl dibû, helbest dinivîsandin, stran çêdikirin.” 


Salên germ û mûzîka Kurdî

Elî Temel sala 1990´î ji girtîgehê bi gelek helbest û stranan derket: “Xwişka Zozan”, “Deşta Bismilê”, “Şitla Azadî”, “Rozerîn”, “Bûka Kurdan” û “Keçika Dersimê”. Dîroka Kurdistanê êdî ji “90’an” destpê kiribû, salên germ ên azadiyê serxweş kirine. Mîna ku beriya bi salan nivîsandibû, dema vebûna kulîlkên welatê wî hatibû û êdî dem dema şabûna bilbilan bû. Elî Temel bi muzîk û stranên xwe re, xwe li salên 90´î girt û bêguman hingî nizanîbû ew pêngaveke girîng a mûzîka Kurdî ye. Hevalê Temel Genim jî ji bo Temel weha gotibû: “Di destpêka sala 1991’ê de li Stenbolê min Elî Temel dît, çalakiyeke ÎHD’ê hebû. Ya rastî, ew çalakî yekemîn çalakiya rêxistinbûyî ya rêxistinbûyîna siyasî ya Kurd bû. Hevalê Elî li wê derê helbesta Amed xwend û ez gelekî ketim bin bandora wî. Me jî weke kom, nû dest bi xebatên xwe kiribû. Me di wê çalakiyê de hev nas kir û me jê re got, em dixwazin xebatên xwe pê re parve bikin. Me ew vexwend Komeleya Nermikaniyan a Meletiyan, ku me xebatên xwe li wir dimeşand. Wê demê, xebatên çand û hunera Kurdî yên li Stenbolê birêxistin dibûn. Em jî di nava vî karî de bûn, me biryar da ku em bi hev re xebateke hevpar bimeşînin. Û li ser vê bingehê me biryar da xebatên xwe weke Koma Çiya bimeşînin. Bi vebûna Navenda Çandê ya Mezopotamyayê re, me xebatên xwe birin vê derê.” 


Hinekî dengê berxwedanê û hinekî meşa gerîla

Albuma yekemîn di sala 1991’ê de bi helbestên Elî Temel di bin navê “Rozerîn” derket. Rozerîn bû mûzîka fona Berxwedanê, Newroz û Serhildanan. Album mîna gotinên destpêkê yên çîroka azadiyê bû. Kurdî jî toza li ser xwe ya ji ber salên qedexe ji ser xwe avêtibû; xwe gihandibû meydanan û milyonan mirovan. Di nava albumê de hinekî berxwedana Amedê, hinekî meşa Botanê ya gerîla ku nû destpê kiribû, hinekî jinên berxwedêr ên Dêrsimê û “Şitla Azadiyê” hebû.


Şitla Azadiyê” jî wê hinekî din şîn bibe

Piştî 19 salan, li Girê Sergo yê li herêma Yevrê yê navçeya Mêrdîn Şemrexê, kolana gora tomarî hate kirin. Di kolanê de hestiyên ku tê diyarkirin aîdê hunermendê Kurd Elî Temel û Elî Kevcî ne, hatin dîtin. Kolana bi pêşengiya Dozgerê Komarê yê Şemrexê û rêveberên Şaxên ÎHD’ê yên Amed û Mêrdînê de tê kirin. Piştî hestî hatin dîtin, hestî ji bo rapora otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştî testa DNA’yê zelal bû malbatê hestiyê Elî Temel li Qoserê defin kirin. 

Malbata wî jî, ji bo cenazeyê Temel li cem Ferhat Kûrtay li Qoserê veşêre, dest bi amadekariyan kir. Dibe ku her du hevalên berê, hemşerî, mamoste û xwendekarê Kurdî yên zîndana Amedê dê piştî 30 salan bigihêjin hev û wê roja ku cenazeyên herduyan li cem hev bin, “Şitla Azadiyê” jî wê hinekî din şîn bibe.


Navenda Çand û Hunerê ya Ş. Elî Temel hat vekirin

Ji bo nemirkirina Hunermendê navdar Elî Temel li navçeya Mêrdînê Qoserê Navenda Çand û Huner a Ş. Elî Temel ku di bin baneya Şaredariya Qoserê de xebatan dimeşîne, hat vekirin. Li vê navendê perwerdehiyên kursên baglama, gîtar, şano, wêne, keman, erbane, koroya zarokan û lîstokên gel tên dayîn. 


Arşîva hunera Elî Temel hat komkirin

Lêkolînera çandê Zeynep Yaş, li ser berhem û hunera Elî Temel ya di muzîka Kurdî de lêkolîn kir. Di pirtûka Şakarên Muzîka Kurdî, cilda duyemîn de lêkolînek li ser kurtejiyana wî kir. Tevî berxwedana wî ya şoreşgerî pêşengiya wî ya stranbêjiya şoreşgerî, xebat û afirênderiya wî ya bêhempa ya sazîkirina huner û çanda Kurdî ya li Stenbol, Sûriyê û bi taybet handana wî ya li Rojavayê Kurdistanê lêkolîn kir. Rola wî ya hunerî di berxwedana zindana Amedê de û rola wî ya rewşenbîrî di damezrandina Navenda Çanda Mezopotamya û damezrandina Komên NÇM bi taybet Koma Çiya de û nivîsandin û bestekirina gelek berhemên ku îro şakar in di arşîva muzika kurdî lêkolîn kir. Hêza wî ya nivîsê di derxistana Kovara Rewşen û rojnameya Welat de raxist ber çavan. Geşkirina hêza hunerî li Bajarên Amûdê û Dirbesiyê ku li wir pêşengiya vekirina saziyên wekî hunergeh kiribû û çendîn komên huneri damezrandibûn ku li wir jî gelek berhemên berketi afirandibûn. 

Zeynep Yaş, ji bo Temel baştir bê nasîn û berhemên wî nemir bibin li ser jiyana wî ya şoreşgerî, hûnerî û berhemdarî lêkolîn kir û berhemên wê tomar kirin. Yaş, di pirtûka Şakarên Muzîka Kurdî, cilda duyemîn de kurtejiyana wî nivîsand, 3 stranên wî nivîsandin û notakirin. Ligel çend wêneyên wî li nav 110 hunermendên muzîka Kurdî danîn. Ev berhem di nav çap û weşanên Şaredariya Bajêr a Amede de, beşa Çand û Hunerî derçûye. Xebatên arşîvê yên ji bo Temel didomin. 


Pênûs û tenbûra xwe jî li gel xwe bir

Di sala 1992’yan de dema ji bo bibe gerîla da rê, pênûs û tenbûra xwe jî li gel xwe bir. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz, di “Pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê” de bi tembûra xwe derket pêşberî namzetên ciwan ên gerîla û dema derket ser dika biçûk a li koşeyeke li kampê, mirovê herî kêfxweş bû. “Keçika Dêrsimê” bi dengê xwe got. Piştî perwerdeya leşkerî, li axa lê ji dayikbûye li Mêrdînê weke gerîlayekî vegeriya. Elî Temel li wê derê jî pênûs û tembûra xwe neterikand. Gerîlatî bi wê Kurdiya xwe ya zelal veguherand helbestan, bi skêçan jî rûyê hevalên xwe kenand. Di 13’ê Tîrmeha 1994’an de li çoltera Şemrexê di encama operasyona ji ber îxbarekê de li şikefta xwe lê girtî, birîndar bû. Temel, ji bo nekeve destê leşker bombeya di destê xwe de teqand û dawî li jiyana xwe anî. Leşkeran ew bedena wî şewitand û dûre li Girê Sergo veşartin.


 DÎHA/AMED