Mirov, xwe û rastiya jiyana xwe baş binase wê wextê ji jiyanê tahmê digire. Li vî welatî di binê her kevirek de şopek kevnar heye. Di bin her şopek kevnar de axînek nalînek heye. Ev şop dilop bi dilop bi xwînê hatiye avdan. Dema dayika min teşiya xwe digirt ji dilê xwe şopên kevnar dirêsa û digot: “Mirin çêtir e ji vî halî!” di wechên wêneyê devliken de, Hemû kul bêderman bûn hêsrên wê tav, tav baran bû dilê wê kul û kovan, wekî Behra Wanê bû, li vê dinyaya hanê yadê, tu bêwar bûyî! Dayê wextê te digot welat sed welat xelat dipekiya nava lêvên te û axîn dihat ji kezaba te û li teşiya te digeriya. Min dizanibû ew gedeyên sêwî dil parçe parçe, serkab bi pîne dê ji dilê te dernekevin yadê ji dilê te? Belê yadê ez dizanim ji dilê te dernakevin. Wekî îro tê bîra min du wesiyetên te hebûn yek jê dewlet bû ker jî lê siwar nebe.

Ya din jî; wextê ku ez nû bûm şivan te got: “Lawê min şivanşitexlîk (xapxapok) te nexapînin.” Li warê Kaniya Derdan, şînahî, êş û elemên vî welatî dar û kevir ji ber vê zilmê diaxivîn û mêjî diricifî ji ber êş û elemên vî welatî. Ewr ji welatê min xeyîdîbû. Ji dêvla baranê ve xwîn dibariya stêrk bi gul û sosinên min re nedikeniyan ji dêvla stêrkan guleyan ronahî dikir şevên reş û qirêj. Bi baweriyeke kûr û hêzeke hûr û kûr bi neynûkan li ser keviran diqeşartin û jiyana xwe didomandin. Gelek zar û zêç di nava xwînê de man. Gelek gulên ku bêhn didan di bin şopên kevnar de gorên bêkesan de dîrok xemilandin. Gelek caran serê xwe da ser axa wan tîna wan dihat wan! A wan jî diçû wan! Tu dizanî dayê çend berf û baran derbas bû? Çend girtîgeh bû mala wan û qebra wan? Dilê wan her tim wekî xortekî çardehsalî li serê govendê destmalê kil dikirin.
Di girtîgehê de mazgalên derî ji wan re tembûrê lê dixistin û çiya jî di ber xwe de dinehwirand; “Cembeliyê min” digotin û deng bi hev dixistin û dibûn têlên agir. Lê belê hemû mirovahî li hemberî vê zilmê bêdeng dima û lê temaşe dikir ji wan re tiştê herî rehet ev bû mejî bûbû kevir. Li hemberî vê bêdengiyê tu car hêviya wan nehat şikandin çakûç û mûrç niqandin ava wan jî xwîna wan bû. Ev sebra wan li hemberî bêdengiyê qîrîna dengê dilê wan bû. Her roj şopên kevnar bi xwîna xwe av didan û bi zarokên Zerdeştê Kal re hêzeke gur wekî deryayê şîn, pêl li hev geriyan, çeman herikandin xewnên mirî, evîna veşartî, navê veşartî, rengên veşartî û welatê veşartî rakirin ser piyan. Wesiyeta te ya duduyan Şivanşitexlik a ji xapxapok navê çivîkekê ye.
Zarokan bi xwe re ji çiyayan diavêje û şivanan dixapîne û keriyê pezê wî dûr dixe yan jî bi guran re dihêle. Lê dayê gelek caran min xapand? Lê ne wan ez xapandim min xwe xapand. Rojekê min got ez diçim lê belê çima ev keriyê min li dû min nayê. Ez dizanim dayê tu bi derd û kulên xwe çûyî gorê, tijî di bin şopeke kevnar de axînek û hesreteke nepen li şûna xwe û di dilê te de ma û tu çûyî! Lê dayê xwezî te îro ew şivan şitexlîk û ew hemû kerên çavzexelî te bidîta. Ez bi gora te dikim, ketî dahfa, bi muyên ji hespê çêbûye. Tu dizanî dayê lingê wan neketiye serên xwe ketine dahfê, ya dev ji tehba xwe berdî. Yan jî; xwe zêde tev bide serê xwe têk bibin… Wan bi qesra welatê xwe dimêjînin, Min şitla evînê di dilê xwe de çand Pêl bi pêl xwe pêça di dilê wan de û xwe li bedena wan gerand Rooooj bi roj Hûn riyeke dûr, hêviyek kûr, û bi navekî germ hûn bi xêr hatin…



MEHMET DEVÎREN