Li taxa Reqaya kevin Cenga Mezin di roja xwe ya 70´yî de bi dijwarî didome. Ji pêr bi şev ve 23 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin û depoyeke cebilxaneya DAIŞ’ê ket destê şervanan. Li aliyê din li taxa Nezlit Şehadê jî gelek sivîl hatin rizgarkirin.  
Şerê şervanên QSD’ê li Reqqa di roja 70’yî de dewam dike. Li taxa Reqaya Kevin ev çend roj in şer bi dijwarî dewam dike. Di şerê pê bi şev de 2 jê sekvan bi giştî 6 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin û birîndarên wan jî hene. Termê DAIŞ’iyên hatine kuştin tevî çekên li ser wan, ketin destê şervanên QSD’ê. Hejmara kuştiyên DAIŞ‘ê dibe ji vê hejmarê zêdetir be. Li haman taxê depoyek cebilxaneyê ya çeteyên DAIŞ´ê kete destê şervanên QSD’ê. 




Bakurrojhilatê bajar jî li çeteyan teng dibe

Li bakurrojhilatê bajarê Reqayê jî bajar û bi taybetî li taxa Rewda di navbera QSD û DAIŞ’ê şer qewimî, di şer de 7 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin. 
Li taxa Diriyê ya li rojavayê bajêr jî şer  qewimî, di encamê de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, gelek ji wan jî hatin birîndarkirin. Li heman taxê şervanekî QSD’ê birîndar bû.
Li taxa Berîd a bakurrojavayê bajêr jî şer qewimî û di şer de li vir 6 çeteyên DAIŞî hatin kuştin. 
Di şerê li tevahiya van eniyên nava bajêr de 3 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest da ku di şer de roleke wan a mezin hebû û hin şervan jî birîndar bûn.



Sivîlên li Nezlit Şehadê hatin rizgarkirin

Tîmên  taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê li taxa Nezlit Şehadê ya Reqayê, 20 sivîlên din ji nava pencên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Şervanên QSD`ê ku roj bi roj li hundirê bajarê Reqayê, bi pêş ve diçin, derbên giran li çeteyên hov dixin. Li rex pêşveçûyînê, şervanên QSD`ê rizgarkirina sivîlan wekî erkeke sereke dibînin û di oxira rizgarkirina sivîlan de heta niha bi dehan şervanên  QSD`ê gihîştin asta şehadetê. Di çarçoveya rizgarkirina sivîlan de, doh tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên  QSD`ê, li aliyê başûr ê taxa Nezlit Şehadê ya eniya başûrê Reqayê, 20 sivîlên din  ji lepên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Tîmên taybet sivîlên rizgarkirî gihandin cihên ewle.

Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê 6`ê Hizêrana 2017`an de destpêkiribû, û îro di roja 70`yî de dewam dike. 


 REQA