Serokê Partiya Paşerojê ya Sûriyê, Îbrahîm El-Qeftan got, dewletên garantor ên xeta Astana û peymana Soçiyê, li hev kirine ku herêma Idlibê bikeve bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) da ku bi hinceta wê, komên din tine bibin û bajar vegerînin bin serweriya rejîma Sûriyê.

Di hevpeyvîneke taybet li gel me de Îbrahîm El-Qeftan got, Tirkiyê bi gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike careke din tevliheviyê bi rêya komên radîkal vegerîne herêmê.

El-Qeftan teqez kir ku bi rêya avakirina hevalbendiyên navdewletî yan jî herêmî yên cîran an jî bi hikûmeta Sûriyê re ew hewl didin ewlehiya herêmê misoger bikin. El-Qeftan dibêje, li gorî lihevkirina Soçiyê dewletên garantor ên xeta Astanayê ango Rûsya, Tirkiyê û Îranê plan kir ku Heyet Tehrîr El-Şam herêma Idlibê bixe bin serweriya xwe da ku komên din ên çete bên tesfiyekirin û bajarê Idlibê vegerînin bin serweriya rejîma Sûriyê.

El-Qeftan îşaret kir bi zirar û ziyanên li sivîlan dibin û got, di encama komployên li dijî wan de sivîlên deverê wê berdêlên nakokiyan bidin, bi kuştin û koçberkirinê, êş û azarê bikişînin.

Di nav gotinên xwe de El-Qeftan ji şêniyên parêzgeha Idlibê hêvî kir ku tecrûbeya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya wê ya xweser nas bikin, bi herêmê re têkiliyan ava bikin û projeya neteweya demokratîk bipejirînin, ji ber ku ew ji bo çareseriya aloziya Sûriyê rêya herî guncaw e.

El-Qeftan danûstandinên Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina her dozekê dûrî şer weke rêya herî serketî bi nav kir.

Serokê Partiya Paşerojê ya Sûriyê, Îbrahîm El-Qeftan di dawiyê de bang li şêniyên Idlibê kir da ku li hemberî berfirehbûna Cebhet El-Nusra helwêstê nîşan bidin, ji ber ku ew ê azarên şer û tevliheviyê ji wan re bîne.

 

ANHA / GIRÊ SPÎ