Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku yekîneyên gerîla li Şirnex, Amed û Bedlîsê li dijî hêzên artêşa Tirk rêze çalakî kirine û di van çalakiyan de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.
HPG’ê li ser detayên çalakiyan ev agahî dan; ““30’ê Gulanê danê sibê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Findikê ya herêma Gabar a Şirnexê dest bi operasyonê kir. Hêzên me demekê yekîneyeke operasyonê xistin bin kontrola xwe û piştre heman rojê saet 12:00’an li dijî yekîneya dijmin çalakiya sekvanî li dar xist. Di vê çalakiyê de eskerek hate kuştin.
Li Çiravê 4 esker 2 kontra hatin kuştin
arê operasyon dabû destpêkirin. Hêzên me bi yekîneyeke dijmin a operasyonê re hate pêşberî hev û li vir şer qewimî. Di şerê giran ê li herêmê de 4 esker û 2 kontra hatin kuştin. 3 hevrêyên me yên ku bi qehremanî li dijî hêzên dijmin şer kirin, şehîd bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker bi rêya medyaya şerê taybet nûçeya derew ku di vî şerî de hevrêyê me Rojbîn Gever şehîd bûye ji raya giştî re ragihand. Hevrêya me li ser erka xwe ye."
HPG´ê da zanîn ku ew ê nasnameya şehîdan paşê ku zelal bû, eşkere bike.
Li dijî nuqteyên taybet ên Lîcê çalakî
HPG´ê li ser çalakiyên li Licê jî got, "Hêzên me 28’ê Gulanê li dijî nuqeteyên kontrolê yên POH (Tevgera Taybet a Polîsan) a li navenda navçeya Lice ya Amedê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de ji du baskan ve li klubeya polîsan hate xistin û kulube bi temamî hate rûxandin û gelek endamên POH’ê hatin kuştin. Yekîneya me bi silametî gihiştine baregehên xwe.
24’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li devera Geliyê Keşan a Tetwana Bedlîsê dest bi operasyonekê kiribû û li qadê kemîn danîbûn. Yekîneyên me heman rojê yekîneyên kemîn danîbûn kontrol kirin û li dijî vê yekîneyê çalakiyek kir. Der barê hejmara kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi helîkopter û balafirên şer devera operasyonê bomberdûman kir. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi gerîlayên me nehat."
Êrişên hewayî li Xakûrkê û Zê
Li ser êrişên hewayî li Başûrê Kurdistanê jî HPG´ê got, "30’ê Gulanê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirkker saet navbera 06:00-06:30’î geliyê Çil û Çar ê li Herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet 08:30’î jî derdora Ava Zê ya li Herêma Zapê bombe kir. Di vê bomberdûmanê de ti windahiyên hêzên me çênebûn."
ANF/BEHDÎNAN