
Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê li Rojavayê Kurdistanê li navçeya Şera ya Kantona Efrînê pêşangehek bi şîara “Siwarên Rojhilat ciwanên rojê ne” vekir.
Bi amadebûna bi dehan şêniyên navçeya Şera, şervanên YPJ/YPG û Hêzên Asayîşê, Yekîtiya Rewşenbîran li navçeya Şera pêşangeh vekir.
Pêşangeha bi navê “Siwarên Rojhilat ciwanên rojê ne” li salona civînan a navçeya Şera hate vekirin. Di pêşengehê de, 60 wêneyên ji berxwedana şervanên YPJ-YPG`ê di bereyên şer de ku ji aliyên endamên Yekîtiya Rewşenbîran ve hatine girtin û hin wêneyên ku rojnamevanên kantonê girtine, cih digirin.
Têkildarî armanca pêşangehê, Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê Bêrîvan Hemdoş da zanîn ku armanca wan bi vê pêşengehê ew e ku berxwedana şervanan û ruhê hevaltiyê di navbera wan de bigihêje hemû cîhanê.
Ji Fermandarên YPG`ê Enkîn Murad diyar kir ku pêşangeha wêneyên cengê, beşek ji rastiya têkoşîn û berxwedana şervanan di eniyên şer de nîşan dide.
Paşê şênî û beşdar li nava pêşangehê geriyan û li wêneyên bexwedana şervanên YPJ/YPG`ê li bereyên şer, bi baldarî temaşe kirin.
Hêjayî birbîrxistinê ye ku Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê ji Kanûna derbasbûyî ve dest bi vekirina pêşangehên wêneyên şer li kantonê kiriye.
ANHA / EFRÎN