Pêngava duyemîn a ji bo rizgarkirina rojavayê bajarê Reqayê, ku di 10’ê Kanûna 2016’an hatibû destpêkirin, didome. Pêr serê sibê, şervanên Xezeba Firatê ketin bajarokê Suweydiya Mezin û şer heta sere doh sibehê bi dijwarî di navbera şervanan û çeteyên DAIŞʹê de dewam kir.

Nûçegîhanên ANHA´yê yên hemeleya Xezeba Firatê dişopînin, ragihandin ku Şervanên Xezeba Firatê doh saet di 10:25ʹan de bajaroka Siwêdiya Mezin bi temamî ji komên çete yên DAIŞʹê rizgar kirin.

Di şerê li bajarok de obusek, hawanek û wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan hatin ruxandin û herî kêm 85 çete hatin kuştin. Li Siwêdiya Mezin, wekî din xebatên lêgerînê û bêtesîrkirina mayîn û teqemeniyan dewam dike. Çavkaniyên leşkerî diyar dikin ku Suweydiya Mezin ji bo teqwiyeya hêzên DAIŞ’ê bajerokekî girîng e û hemû wesayitên bombebarkirî li vir dihatin amade kirin. Bi rizgarkirina vî bajerokî re, têkiliya di navbera bajar û Bendava Tebqayê û Reqayê de jî qut bibe. 


 REQA