MIHEMED HESEN / RANYA
Mela Îsmaîl Tûsuranî diyar kir ku sîxûr û xiyanetkar ji rehma xwedê bêpar in û got, her kesekî ku rê nîşanî dijmin bide, dibe şirîk. Mela Îsmaîl hêvî kir ku kesên li gel djimin û dagirkerên Kurdistanê ne vegerin ser riya rast.
Mela Îsmaîl Tûsuranî yê li mizgefta gundê Tûsoranî yê bajaroka Sengeserê melatiyê dike bal kişand ser xiyanet, sîxûrî û bi navê îslamê dijminatiya gelan.
Kesê rê dijmin bide şirîk e
Mela Îsmaîl Tûsuranî bi gotineke Hizretê Mihemed dest bi axaftina xwe kir û got, ‘Wê serdemekê komek zalim û sitemkar werin ser kar. Her kesek li pey derewkaran bikevin û rastiyan berevajî bikin, bêjin ‘mast reş e, tu jî bêjî reş e’ ti peywendî bi ola îslamê re nîne. Ola Îslamê ya pîroz ji van karan dûr e.’
Mela Îsmaîl Tûsuranî bal kişand ser daxwazî û têkoşîna gelê Kurd a ji bo bi destxistina mafê xwe û got, di warê olê îslamê de rewa ye, û diyar kir ku dijminên Kurdan bi navê misilmantiyê Quranê di destê xwe de digirin û li derdora mala xwe digerin, lê peyam û bernameya kufrê li ser gelê Kurd pêk tînin û got; “Ev kesane li gel Quranê derewan dikin. Ola îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.” Mela Îsmaîl Tûsuranî bal kişand ser diyardeya ‘Sîxûrî û xiyanetê’ ku di nava Kurdan de pêş dikeve û wiha domand; “Cihê sîxûrî û xiyanetê li gel Xwedayê mezin nîne. Çi kesekî misilman vê bike wê ji rehma Xwedayê mezin bêpar bimîne. Her kesekî ku rê nîşanî dijmin bike, ew kes jî dibe şirîk.”
Xwedê Kurd çêkirine
Mela Îsmaîl Tûsuranî eşkere kir ku gelê Kurd li ser xaka xwe ye û ti xedir bi kes û welatekî nekiriye û got; "Dagirkerên Kurdistanê xedirê li gelê Kurd dikin. Xaka me dagir dikin. Ev gel jî li pey mafê xwe ye. Xwedeyê mezin Kurd çêkirine. Maf, ziman û çanda taybet dayiyê. Wê çarenûsa wan kesên ku dijmintiya gelê Kurd dike û stem dike weke ya Seddam Hisên be. Hêvî dikim ku ew kesên îro li gel dijminin û destê xwe xistine destê dijmin û hevkariya dagirkeran dikin vegerin ser riya rast û li gel aliyên Kurdistanî bibin yek."