Sîxurê Tirk ê Rêxistina Îstîxbarata Tirk MÎT’ê, Mehmet Fatîh Sayan, Kanûnê bihurî li Elmanyayê, piştî nûçeya rojnameya me ya Çiriya Paşîn a par hate girtin. Doh dozgeriya federal jî bi îdîanameyê pişûtrast kir ku ajanê Tirk, li dijî civaka KUrd û siyasetvanên Kurd xebitiye. Doh ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Perwer Yaş xwe gihand naveroka îfadeyên ajanê Tirk Mehmet Fatîh Sayan û derket holê ku ajan, li xwe mikur hatiye û gotiye, “Ez ajan im, lê tetîkkêş nînim.”

Çiriya Paşîn a par bi nûçeyeke rojnameya me derketibû holê, ku MÎT´ê plan kiriye sûîqestê li Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç bike. Bi vê planê re têkildar, ajanê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan 15’ê Kanûna 2016’an de li Hambûrgê hatibû girtin û di rewşa girtî ya lêpirsînê de û ew hîna jî girtiye.

Serdozgeriya Federal ku navenda xwe li Karlsrûhe ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, Sayan ji bo îstîxbarata Tirk xebitiye û hatiye girtin. Li ser daxwaza serdozeriya federal, doza Sayan wê ji Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hambûrgê re were şandin. Tê payin, rûniştina dozê di payizê de dest pê bike.

Li gorî agahiyên ANF gihiştiye wan, Sayan di dosya dozê de qebûl kiriye ku ji bo MÎT’ê xebitiye. Li gorî agahiyan, Sayan di îfadeya xwe de gotiye, “Ez sîxur im. Îstîxbarata Tirk ji bo ku saziyên Kurdan bişopînim û agahiyan kom bikim, ez şandim Elmanyayê. Lê belê tetîkkêş nînim.”


Bila weke doza Gergerlîoglu lê neyê

Yek ji siyasetmedarên Kurd ku Mehmet Fatîh Sayan ji bo sûîqestê ew dişopand, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç got, “Vekirina vê dozê girîng e, lê belê aliyên xwe yên kêm hene. Sayan ferman ji kê girt? Lazim e ev bê ronîkirin. Karmendekî ji rêzê fermaneke bi vî rengî nikare bide. Di serî de Erdogan divê li hemberî hemû rayedarên Tirk ên ev ferman dane, lêpirsîn were destpêkirin.”

Koç, bûyera ji şêwirmendên Erdogan Mûhammed taha Gergerlîogû, ku berê bi îdîaya sîxurê MÎT’ê ye li Elmanyayê hate darizandin, lê piştre hate berdan, bi bîr xist û got, “Em hêvîdar in ev doz nebe weke ya Gergerlîoglû.” 


 ANF/NAVENDA NÛÇEYAN