PDK di televîzyonên xwe de hin kesan wekî endamên YBŞ’ê dide nîşandan û wan dide axaftin û îdîa dike ku ji YBŞ’ê reviyane; derket holê ku ev kes sîxûrên PDK´ê bi xwe ne. Kesekî ji aliyê YBŞ’ê ve hatiye girtin, li xwe û PDK´ê eşkere kir û gelek rastiyên PDK’ê raxistin ber çavan. 

Sîxûrekî PDK’ê ku ji  aliyê şervanên YBŞ´ê ve hate binçavkirin, bi mikurhatinên xwe rastiya sosret a PDK’ê jî raxist ber çavan. Di 24’ê Adarê de YBŞ li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek dabû û gotibû, PDK li Şengalê li pey çêkirina tevlîheviyê ye û ew sixûrên xwe dişîne nava YBŞ’ê. YBŞ´ê hingê dabû zanîn ku wan Sîxûrekî PDK’ê li Şengalê girtiye û îro jî îtîrafên vî sîxûrî ji RojNewsê re şandin.

Qasim Şeşo û PDK’ê ew erkdar kir

PDK berê Wûsam Birahîm ji bo li dijî YBŞ’ê biaxive derxistibû televîyonên xwe.  Wûsam Birahîm, destnîşan kir ku Qasim Şeşo û PDK’ê ew wekî sîxûr erkdar kiriye, piştre şandiye nava YBŞ’ê û wihapeyivî: “Ez nêzî mehekê bû ku çûbûm gund yanî mala xwe. Di wê navberê de telefonî min kirin û gotin: ‘Qasim Şeşo dixwaze te bibîne.’  Li ser vê yekê ez çûm cem Qasim Şeşo. Ji min re gotin: ‘Tu dê dest ji hevalan berdî’. Ger ku min bigota na, wan ê ez bigirta. Lewma min ji tirsan got, tamam. Ji min pirsî, çend mirovên me di nava YBŞ’ê de hene? Min jî got, 4-5 kes hene.Piştre ji min re got: ‘Were em ê te bikin pêşmerge. Ji min pirsîn gotin tu çi dikî? Min jî got ez li malê rûniştîme, ti karî nakim. Paşê gotin, rewşa we baş nîne. Ez dema çûm Sinûnê, ez li nuqteya PDK’ê, ji aliyê fermandarê pêşmergeyan yê bi navê Aşitî Koçer û pêşmergeyê bi navê Mûrat Simo ve hatim girtim.” Brahîm destnîşan kir ku yê ku serkêşiya vê koma sixûriyê dike Qasim Şeşo ye û wiha dewam kir: “Serkêşîya sîxûriyê jî Qasim Şeşo û Aşîtî Koçer dikin. Lîsteyek dan min û gotin; ‘Navê kî di vê listeyê de hebe tu wê wan bînî gel me. Em ê jî wan bikin pêşmerge. Gef li malbatên wan kesan jî xwaribûn. Cilên YBŞ´ê lê kiribûn û daxuyanî bi wan dabûn xwendin. Awana lêkolîn dikin, kesên ku ji YBŞ’ê qût bûne, çûne malê, cilên YBŞ’ê li dikin û li hemberî YBŞ’ê bi kar tînin.” 


 ŞENGAL/ROJNEWS