Fragmana belgefilma Heskifê û Gundê Ewtê yê Êlihê hat weşandin. Film behsa Gundê Ewtê dike û 2 jinan dike. Ev gundê hanê ji ber Bendava Ilisû di bin avê de maye.

Bi bendava Ilisu re gelek gund, navçe û warên şên yên li bajarên Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Êlihê hêdî hêdî di bin avê de dimînin. Dîsa warê dîrokî yê 12 hezar salî Heskîf bi xwe jî di bin avê de dimîne. Li gorî lêkolînan bi giştî 199 deverên şên û şûnwar wê di bin avê de bimînin.

Tebaxa bihurî bendavê êdî av gewimand. Heta niha herî kêm 35 gund di bin avê de mane. Gola bendavê roj bi roj mezin dibe û av dide ser deveran. Yek ji deverên şên ên di bin avê de dimînin jî Gundê Ewtê yê ser bi Misirca Sêrtê ye. Belgefilma Siya Avê behsa Gundê Ewtê dike. Nûçegîhanê ajansa me Metin Yoksu belgefilm xelas kir, fragmana belgefilma Siya Avê weşand.

Belgefilm li vî gundî bilî serpêhatiya 2 jinan dibe. Jinên ku gundê wan di bin avê de dimîne, beriya ku gund di bin avê de bimîne cara dawî diçin serdana gundê xwe û ji bo bibîranîna gundê xwe yê tevahiya jiyana xwe lê bihurandine, dilorînin.

 

MA/ÊLIH