Bûyerên ku li Tirkiyê û Kurdistanê diqewimin, ji alî Tehranê ve jî wek bi awayekî baldarî tê şopandin. Medya û siyasetmedarên Îranê, tekiliya desthilatdarî yên Tirk û Rûsî ji nêz ve dişopînin û taybet jî bala didin li ser nakokiya di nav herdu serokomarê de. Çawa ku pirsgirêka standin û firotandina petrola Sûrî ya li destê DAIŞ’ê derket holê û di rojeva dinyayê de teqiya, medyayên Farisan jî bi temamî ev nûçe wek nûçeya sereke derxistin pêş. Va 4-5 roj jî zêdetir e hem televizyonên ku li ser satelaytên dewleta Îranê weşan dikin, hem jî çend televizonên ku li himberê rejîma meleyan xwedî polîtîkayê dijîtiyê ne û zêde cih didin dengê muxalefetê, yekemîn rojevên xwe bi van nakokiyan ve dixemilînin. Bi kelecanî tevdigerin û ne tenê daxuyaniya siyasetmedarên Tirk û Rusî, ji wan wêdetir rojeva dinyayê jî lêdikolînin, pisporên Rojhilata Navîn derdixinin li ser ekranan û şiroveyên wan diweşînin. Wek mînak BBC Persiyan û Euronews Persiyan. Yekemîn nûçeya van Pûtîn û Erdogan e. Li ser medyaya civakî ya dinyayê jî çi şîrove were nivîsîn, digirin dest û (ji dorê ve be jî) tevî nûçeyên ku bi vî mijarê ve girêdayî nin diweşînin. 

Şert û mercên ku ez têde me, nikarim televizyonên Tirk temaşe bikim, înternet jî her wisa. Ji ber wê jî zêde nizanim medyaya Tirk ev yekana çawa dişopîne, dibîne û diweşîne, lê qasî ku ez bi nêrîn, dîtin û bi xwendina xwe têdigihîjim, desthilatdariya Îranê jî destê xwe dipişirînin ku serokomara Tirk Erdogan li ber çavên dinyayê îtibara xwe yê ku mayî jî wenda dike û qirêjiya ku hem di kesayetî ya wî de hem jî di siyaseta wî de heye, derdikeve holê û zelal dibe. Li gor piraniya îraniyan baş e ku, dinya jî dibîne ew beredayî ya hanê çi benîşteke reş e û belayê xwe pêçandiye li ser serê gelên Tirkiyê û siyaseteke çawa dermirovî ji laşê Tirkiyê re zeliqandiye. Ev nerînê ku ez qal dikim, bêjim di nav gel de jî fikreke rewa ye. Tevî çend kesên hunermend, sînemager, sermayedar, mamoste, xebatkarên ku ez pê wan axivîme heta roja îro, bi temamî ev nêrîn tînin ziman û zêdetirî van jî xwedî sekneke neyînî ne, min tu kes nedît ku bêje îstixbaata Rûsiyan dîmenên derewîn pêyda kirine, hem bi dil û can bawer in ku Erdogan dizî kiriye, tevî DAIŞ’ê tevgeriyaye, kar kiriye, siyaseta xwe û mêjiya xwe ve jî ji DAIŞ’ê jî xeteretir e, çi xirabî ji destê wî were, texsîr nake. 

Belê rast e, gelê Îran bi hijmareke zêdetir ji beşa Şîatiyê ve Misilman in, ji ola xwe re bi dil girêdayî ne. Tenê ji bo roja bîranîn a ketilbûyîna cenabî Hûsên, tenê ji Tehran bi milyonan însan çûn Kerbela. Ango em dikarin bêjin bi têra xwe oldar in, lê neyartî, quretî û qirêjî ya Erdogan ji dûr ve jî dibînin. Talûke ya siyaseta AKP’ê dixwînin, hişyar in, ji bo çavgirtîbûna gelê Tirkiyê jî matmayî ne.

Li Îranê, li paytexta welatê Persî yên qedîm Tehranê rewş bi vî rengî ye. Lê ez xwe bi xwe dipirsim; gelo gelê me yê ku hê jî deng didin ji dijminên xwe, dê kêngî “oldarbûn û xwedî siyaseteke dermirovîbûn” ji hev cûda bikin, vebiqetînin û ji bo berxwedêrên ku li himberî vê qirêjî têdikoşin xwedî piştevaniyê bin?   

Hêvîdarbûn, ne tenê nêzikahiyek e; di heman demê de şêweya jiyanê ye jî. Ez jî di nav her şert û mercan de hêvîdar im.