Şiyar Serxwebûn ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17’ê Kanûna 2018’an dest bi greva birçîbûnê kiribû, li Berlînê ji aliyê Kurdan ve bi girseyî hate pêşwazîkirin.
Şiyar Serxwebûn û 13 hevalên wî 17’ê Kanûna 2018’an dest bi greva birçîbûnê kiribû û li ser banga Ocalan 26’ê Gulanê dawî li çalakiya xwe anîn. Serxwebûn piştî çalakiyê vegeriya Berlînê û bi kulîlkan hate pêşwazîkirin.
Serxwebûn piştre çû Navenda Civaka Azad a Berlînê û li wir jî girseyeke Kurdistaniyan ew pêşwazî kir. Serxwebûn piştre di dema fitarê de ji girseya gel re axivî.
Serxwebûn diyar kir ku ji bo azadiya Ocalan ew ê ji niha û pê ve bêhtir bixebitin û got, “Ji ber ku em ji Serok Apo, partiya xwe, gelê xwe û şehîdên xwe hez dikin. Em ê hevalên xwe yên di dema berxwedana greva birçîbûnê de şehîd bûyîn, ti carî ji bîr nekin. Em ê heta dawiyê xwedî li berxwedana wan derkevin.”
Piştre ji 4 çalakgerên li Berlînê li dijî tecrîdkirina Ocalan ketin greva birçîbûnê Mûstafa Tûzak axivî û got, “Têkoşîna ji bo azadiya Ocalan divê bênavber bidome.”
BERLÎN