Dewleta Tirk helwesta xwe li himberî desthilatdariya Beşar Esed diguherîne. Êdî AKP nema wek berê şîretan li Esed dike û pakêtên qaşo „reforman“ ji Şamê re dişîne. Piştî serdana vê dawiyê ya wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu ji bo Şamê têkiliya dewleta tirk bi rejîma Esed re xerab bû. Li gorî hin agahiyan Esed bi zimanekî tund Davutoglu pêşwazî kir û hemû herêm bi tevliheviyek mezin tehdîd kir. Esed diyar kir ku eger êrîşek navnetewî li dijî rejîma wê bête kirin, mîna çawa ku li Lîbyayê rû da, ewê di 6 saetan de agir bera heremê bide û heta bi bîrên petrolê xerab bike. Davutoglu yekser ev tehdîdên Esed ji bo Recep Tayyip Erdogan, welatên ereb û DYA yê ragihand.
Erdogan jî biryar da hikûmeta xwe û têkiliyên aborî bi Şamê re birîn. Dewleta Tirk her salê bi qasî 6 milyar dolar ji marketên Sûriyeye digirt. Niha liv û tevgera aborî di nava her 2 welatan de gihîştiye asta herî nizim. Her weha AKPê lez da siyaseta destekdayina hêzên muxalif û bi taybet rêxistina „Birayên Misilman“. Beriya çend rojan li Stenbolê „Meclisa Demî ya Sûriyeye“ hate avakirin. Ev meclis di bin kontrola AKPê de ye û kesên nêzî siyaseta wê di rêvibirya wê de cihê xwe girtine. Ji bo kurdan qet tu maf nehatin nasîn. Çend kesên kurd ku tenê temsîla xwe dikin wek „nûnerên kurdan“ avêtin nava meclisê. Partiyên kurd yek nehat vexwendin. Bi gotinek din, meclisek li gorî hez û iradeya AKP hat avakirin ku wek „modelek biçûk“ ya Sûriyeya pêşerojê a ku tê xwestin cih û rola kurdan lê nebe, diyar bû!.
Dewleta Tirk her weha efser û eskerên ku ji artêşa Esed veqetyane himbêz kir û mafê penaberiyê da „serfermandarê artêşa Sûriyeye ya azad“ General Riyad al-Assed. Evî al-Assadî jî yekser dest bi pesindayina AKP û Erdogan kir û serî li ber siyaseta Enqerê nizim kir.
Artêşa tirk van rojên dawî li ber sînorên Sûriyeye dest bi tetbîqatên eskerî kir. Ev yek wek geflêdan li dijî rejîma Esed hat şîrovekirin. Jixwe Erdogan „Vîtoyê“ ku Çîn û Rûsiyayê li Konseya Ewlekariyê li himberî pêşinyarnameyek ku li dijî siyaseta Esed ya qetilikirina gelê Sûriyeye nîşan dabûn, mîna „biryarek vala û ne di cih de“ li qelemê da û diyar kir ku ev „biryar“ qet Tirkiyê girê nade.
Eger dewleta tirk sozên cidî ji DYAyê negirtbûna 5 milyarên ticareta xwe bi rejîma Esed re nedikir qurban. Erdogan dixwaze tevahiya Sûriyeye bigre dest xwe û bi vê yekê bibe hakimê vî welatî ku karibe pêşeroja wî li gorî kêfa xwe saz bike û destûrê nede ku:
Di destûra Sûriyeye de kurd wek netew werin qebûl kirin 
Projeya „Xweseriya Demokratîk“ were pêkanîn.
Ji ber vê yekê Erdogan rê li ber hemû kesî girtî ye û tenê yek hedef heye ew jî ew e ku hêzên muxalif di destên xwe de bihêle. Hin hêzên demokrat ên vê muxalefetê ev siyaset deşîfre kirin û wek cihê tevgera siyasî li himberî rejîma Esed Misir hilbijartine.
Esed jî daxuyaniyên tûnid li himberî Erdogab da û diyar kir ku ew „Impratoriya Osmanî ya nû red dikin“. Axaftinên Esed di dema winda de hatin kirin. Wî bi baweriya xwe ya bi tirkan şaşiyek stratîjî kir û niha hesab dide.
Divê kurd li himberî vê siyaseta AKP tedbîrên cidî bigrin. Ev yek beriya her kesî ji Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê tê xwestin…