Ew demeke hemû rojeva Tirkiyeyê tevlî hev bûye. Piştî operasyona Oremarê hemû stratejiya askeri û siyasî ya AKP'ê vale derket û maskeya wan ket.
Êdî dewlet nizane çawa bike, wendayên xwe yên askeri bi navê întîharê wedişere. Paşî malbatek îro ji deyin neke gerek mirov pirs bike çawa di nav demeke de hewqas asker xwe dikûje, piştî operasyona Oremarê?
Piştî wê jî rojeva Tirkiyê bûye erîşeke askeri a lê hemberî Sûriyeyê. Çima piştî Oremarê Qandil dihate nîqaş kirin? Û di nav çend rojan de niha jî ji bo Sûriyeyê nîqaş dikin?
Dewlet baş dizane ku hêza wê hebûya ewê beriya çend salan biçûna Qandilê, lê belê hêza wê tûneye. Tenê ji bo çavê dunyaye bigire operasyona hewayî pêk tîne. Ew jî zirarê tenê dide mirovên sivîl.
Bi wê rewşê dewlet xwe bi xwe dixapîne. Ku Amerîka û Ewropa bi rastî bixwastina PKK'ê tasfiye bikin wê demê NATO wê bi hemû hêza xwe askerî bi kar anîna. Tenê di hêla xwe istîbaretê de bihevre dixebtin.
Tenê ji ber Rojhilata Navîn, Amerîka û Ewropa ji bo berjewendiyên xwe kar dikin. Berê têkiliyên wan bi Qadafî re gelekî baş bûn û piştre çawa bûn? Ji bo wê siyaseta AKP'ê niha tenê ji bo demekê ye. Ji bo we careke din diyar dibe ku bi girtin û tecrîdê çareserî nayê.
Niha hinek siyasetmedar pêşniyara 'Ji bo Abdullah Ocalan zindana malê' dikin.
Ez jî dibêjim çend sal berê min jî pêşniyar kiribû, lê belê ez dibêjim dem û rewş hatiye guhertin. Ji bo ku aşîtiyek li Tirkiyeyê pêk were û li Kurdistanê kilîta aşîtiyê li Îmraliyêye. Yê ku karîbe deriyê aşîtiyê weke ji rêzdar Abdullah ocalan e. Ji bo ku ev xebat bê kirin gerek Ocalan azad be. Heya ev tecrîda giran hebe tu kes nikare ji bo aşitî biaxive.
Îro hinek siyasetmedarên Kurd derketine û li gorî AKP dimeşin û herwiha fikirê wan diparêzin. Lê bila ev kes baş bizanîbin ku misyona wan tenê ji bo demekê ye û piştre êdî ew jî diqedin.
Gelê Kurd ne yê berê ye, dost û dijminê xwe baş ji hev nas dike.
Êdî herkes ji baş dizane, yê ku aşitî bîne kî ye. Ji bo wê jî di dîroka gelê Kurd de hinek siyasetmedar hebûn, lê êdî hebin tunebûna ne diyar e. Tukes navê wan hilnade.
Sîyaseta AKP’ê