
Kongreya 2’emîn a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi dirûşma ‘Bi Bingeh Girtina Sîstema Xwerêveberiya Demokratîk, Emê krîzên Desthilatiyê derbas bikin’ hate lidarxistin. Duh saet 09:00 li salona Dêrîn (kevin) a bajarê Silêmaniyê kongreyê destpê kir. Nûnerên partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê û 300 delege li salona kongreyê amade bûn. KCK’ê peyameke nivîskî ji Kongreya 2. a Tevgera Azadî re şand û hêvî kir, ku kongre xizmetê ji yekîtiya neteweyî re bike.
Divê pirsgirêk çareser bibin
KCK’ê bal kişand ser nîqaşên li ser Şengalê û destnîşan kir, ku Şengal pirsgirêkeke exlaqî, wijdanî û siyasî ye. Nabe ku ev mijar ji aliyê kesî ve bê îstîsmarkirin. Di nivîsa KCK’ê de tê gotin ku ew bawerin wê kongre bibe zemîna garantîkirina berjewendiyên gelê Kurd û hatiyê bi bîr xistin ku li herêmê têkoşîneke dijwar heye lewma di demeke bi vî rengî de, eger Kurd pirsgirêkên navxweyî çareser bibin, wê tu hêza mêtînger nikaribe xwe li ber Kurdan bigire.
‘Têkiliyên herêmê zirarê dide Kurdan’
KCK’ê di peyama xwe de bal kişande ser krîza Başûrê Kurdistanê û wiha hate berdewam kirin: “Weke ku tê zanîn ev demeke li Başûrê Kurdistanê krîzeke navxweyî heye. Eger Federasyona Başûrê Kurdistanê demokratîk bibûya, wê hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo herêmê bibûya hêzeke girîng a demokratîk û bi pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan re wê xwe ji vê krîzê rizgar bikira. Federasyona Başûrê Kurdistanê, eger pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser kiribûya û yekîtiya neteweyî bafiranda, wê li gorî berjewendiyên hin hêzên li herêmê tevnegerîbûya. Mixabin têkilî û hevkariya hin hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bi Erdogan û hikûmeta AKP’ê re daniye, zerarê dide berjewendiyên neteweyî yên Kurdan. Erdogan û dewleta Tirk hewl didin ji aliyê aborî ve Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Divê ev bê zanîn; Erdogan û AKP nûnerên siyaseteke dijminê Kurdan e. Her têkiliya bi wan re bê danîn, wê xizmetê ji vê re bike. Lewma, ya ku divê li dijî vê bê kirin, meşandina siyaseta yekîtiyê ye.”
‘Divê em li hev bikin’
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir di Kongreya 2. a Tevgera Azadî li Silêmaniyê de axivî û got ku yekane rêya ku destketiyên Kurdan biparêze, li dar xistina kongra netewî ye û got: “Sîstem û siyaseta ku em dixwazin bikin, xwe dispêrê siyaseta demokratîk û neteweyî. Ji bo vê jî, ji bo ku krîza li Başûrê Kurdistanê çareser bibe divê hişmendiya ku xwe dispêrê desthilatdariyê û yekdestiyê bi dawî bibe. Ji ber ku li kûderê desthilatdarî hebe li wir nelirêtî, neheqî heye. Avaniyeke dij-demokratîk ava dibe. Li deverekê ku sîstemeke dij-demokrasî sazkar be li wir neheqî çêdibin, hemû civak tê tepisandin û mêtin. Ji bo vê em weke Tevgera Azadî dixwazin bibêjin, divê sîstema Başûrê Kurdistanê demokratîk bibe û li dijî dagirkerên Kurdistanê divê siyaseteke netewî berz bibe. Di vê kongra xwe de mijare sereke ya ku em ê guftûgo bikin ev e. Dîsa ji bo ku krîza berdest û rewşa parçeyî çareser bibe kongra neteweyî divêtiyek e. Heke em di qonaxeke wiha ya girîng de li hev rûnenin û kongra neteweyî pêk neyînin, ew talokeya ku em destketiyên ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin ji dest berdin. Kongra me ya 2’yan li ser vê zemînê wê nîqaşan bike û armanc bike ku encamên girîng bi dest ve bîne.”