MÎNA ROJ ANF/STENBOL Ji namzetên HDP’ê yên Amedê Dersim Dag got, “Em ciwan hewl didin bi fedakariyeke mezin erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin.” Dersim Dag ji rêza 9. li Amedê namzetê parlameneriyê ye. Dag a 22 salî got, “Bêguman tevlîbûna zêde ya ciwanan gelekî girîng e. Di şert û mercên heyî de lazim e ciwan beşdarî siyasetê bibin. Ev yek ji bo bi pêşvebirina civakê pêwîst e. Siyaset heger bêyî ciwanan bê kirin, wê bi ser nekeve.” Dersim Dag destnîşan kir ku HDP partiya jin û ciwanan e û got, “Jin û ciwan hêza damezrîner a partiya me ne. Polîtîka, bername, stratejî û taktîkên partiya me bi hesasiyeta wekheviya cinsan tên meşandin. Partiyeke ciwanan e ku neçar e di çarçoveya demokratîk de bersivê bide pirsgirêkên sosyo polîtîk û aborî. Ciwanên Kurd, ciwanên Misilman, ciwanên laîk û ciwanên sosyalîst. Hêza bingehîn a berxwedana bajaran ciwan in. Ciwan li ser vê axê, afirîner û rêveberên veşartî yên polîtîkayê ne. Ji bo ku ya ji me hatiye dizîn em vegerînin, ji bo em tiştên dixwazin ji bo gelan bikin, em bi fedakarî bi erk û berpirsyariya xwe radibin.” Dag di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir: “Pêşniyazê li ciwanan dikim; ên ku vîzyona xwe berfireh e û dikare civakê bi pêş ve bibe, bila beşdarî siyasetê bibe.”