PERVÎN YERLÎKAYA / STUTTGART

Siyasetvanê Kurd ê ku li Tirkiyeyê nekarî siyasetê bike û penayî Elmanyayê bû, niha jî kete ber xezeba dewleta Elman. Dozger dixwaze 3 sal û 6 meh ceza li Salih K. bên birrîn. Salih K. ji ber xala 129b ya Qanûna Ceza ya Elman tê mehkemekirin û rûniştina biryarê jî 15´ê Çile ye.

Pêncşema bihurî di rûniştina dozê de Salih K. û parêzera wî Anna Busl amade bûn. Di rûniştinê de dozgeriyê xwest ji ber 129b´yê 3 sal û 6 meh ceza li Salih K. bê birrîn.

Nexweşiyên wî ciddî ne

Parêzer Anna Busl got, nexweşiyên ciddî yên muwekilê wê hene û mana di hepsê de ev nexweşî girantir kirine. Parêzerê xwest yan ceza bê taloqkirin yan jî bi şert bê tehliyekirin. Salih K. jî got ew li pişt îfadeyên xwe yên berê ye.

Salih K. ji ber îdîaya dozgeriyê jî got, ”Li vir dozeke neheq dewam dike. Min 10 salan rêveberiya sendîkaya KESK´ê kir ku bi dehhezaran endamên wê hene. Ez çalak siyasetê dikim. Ez 63 salî me û min ti carî şidet bi kar neaniye. Bi salan li vir û li welatê xwe ez ji bo aştî û demokrasiyê têkoşiyam. Min qet ranehiştiye sîlehê, sîleha min qelema min e. Ji ber ku li Tirkiyeyê min nekarî çalak siyasetê bikim, ez hatim vir. Hêviya min ew e biryareke bi edalet ji vê dadgehê derkeve.”

Dadgeha bilind a Eyaletê ya Stuttgartê wê çarşema bê 15´ê Çile di rûniştina biryarê ya saet 10:30´î de biryara li ser doza Salih K. eşkere bike.