NAV-DEM da xuyakirin, ku hikûmeta Elmanya qîma xwe bi destekkirina dewleta Tirk a xwedî zîhniyeta DAIŞ‘ê naniye û destnîşan kir, ku li Elmanyayê jî Kurdan û saziyên wan krîmînalîze dike.
NAV-DEM’ê têkildarî girtina siyasetmedarê Kurd Alî Dogan li Elmanyayê daxuyaniyek weşand û got, “Tevî ku dewleta AKP’ê ya xwedî zîhniyeta DAIŞ‘ê ye Kurdan qetil dike, zextê li azadiya çapemenî û ramanê dike, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên daxwazên aştî û demokrasiyê bilêv dikin digire jî, hikûmeta Elman destekê dide dewleta Tirk û bi vî rengî dibe hevparê gunehê dewleta Tirk.”
NAV-DEM’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn, ku hikûmeta Elmanya qîma xwe bi destekkirina dewleta Tirk a xwedî zîhniyeta DAIŞ‘ê naniye û destnîşan kir, ku li Elmanyayê jî Kurdan û saziyên wan krîmînalîze dike.”
‘Dawî li dijberiya Kurdan bînin’
Di daxuyaniyê de ev bang li Elmanyayê hate kirin: “ Weke NAV-DEM’ê em bang li Elmanyayê dikin, ku nebe hevparê gunehê dîktator Erdogan û dewleta AKP’ê yên Kurdan qetil dikin. Her wiha divê polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan û saziyên wan biterikîne û bes destekê bide polîtîkayên dijberiya Kurdan.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku rûniştina destpêkê ya siyasetmedarekî Kurd ê beriya niha bi biryareke siyasî hatibû girtin, wê di 29’ê Nîsanê de li Celleyê pêk were û got, “Weke NAV-DEM’ê em bang li hemû Kurdan, dostên xwe û hêzên demokratîk dikin ku beşdarî rûniştina doza M.C. a 29’ê Nîsanê saet di 09:00 a li Dadgeha Celle bibin. Piştre wê saet di 13:00 de li Celleyê di şexsê M.C. de ji bo destekkirina hemû siyasetmedarên Kurd ên girtî mîtîngek bê lidarxistin û em banga tevlîbûnê li her kesî dikin.”
HANNOVER