Bi navê YPG’ê Fûad Bedran axaftinek kir û da zanîn ku ew ê berxwedana xwe li navçeya Şêrewa û tevahî Rojavayê Kurdistanê berdewam bikin û ti carî çekên 'Şehîdên' xwe li erdê nahêlin û ew ê tola şehîdan hildin, her wiha diyar kir ku ev êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê tê wateya ku vîna gelê Kurd bişikînin.
Bi navê Tevgera Civaka Demokrat (TEV-DEM) Ferhad Dêrik gotinek kir, têde hate diyar kirin ji ber rola şehîdan di parastina nirx û azadiya gelê Kurd de cihekî wan taybet di dilê Kurdan de heye. Dêrik, da zanîn ku komên çekdar û xayînên ji Kurdan ku alîkariya komên çekdar li dijî gelê dikin, ti carî nikarin vîna gelê Kurd di avakirina sîstema xwe ya xweser de bişkînin.
Her wiha bi navê Encumena Neştîmanî Kurdî ya Efrînê Reşîd Şeeban di derbarê biratiya Kurd û Ereban de axivî û diyar kir ku hin komik hene ku dixwazin tevliheviyê derbixin.
Piştî axaftin hatin kirin, belgenameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest danê hatin xwendin: “Bêrîvan, Egîd, Dêrsim, Adêl, Demhat” her wiha şervan Serhet yê ku YPG’ê navê wî ragihand piştî ku agahî bi temamî ji wî hatin birîn ku diyar bû jiyana xwe ji dest dayê. Bi 'Şehîd' Serhet hejmara ku jiyana xwe ji dest danê gihîşte 7’an, Saziya Malbatên Şehîdan nav li van kir ku ev “Şehîdên berxwedana Efrînê” ne.
Di dawiya merasîmê de 9 ciwanan sonda leşkerî xwarin û beşdarbûna xwe di YPG’ê de ragihandin. Her wiha gotin ku dê şopa doza şehîdan û berxwedana wan ti carî bernadin. Di merasîman de helbestvanên herêmê çend helbest li ser giyanê şehîdan xwendin, hate zanîn ku tevahî navçeya Mabeta hate girtin û hemû şêniyên navçeyê tevlî merasîmê bûbûn.
ANHA/EFRÎN