Lîstika “Sobe” piştî pêşandan yekemîn cara duyemîn li Salona Sînemaya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlihê, ji bo zarok û şanohêzan hate pêşandan. Lîstik ji aliyê koma Atolyeya Tiyatroya Araf hatiye derxistin û derheneriya wê Murat Korkmaz dike. Di pêşandana lîstikê de derhener Murat Korkmaz, dayikên lîstikvanên zarok, zarokên şanohez û gelek kes amade bûn.
Lîstik ewil bi sînevziyona 15 deqîqeyan a xebatên Atolyeya Araf ku dîmenên ji lîstika zarokan pêk tê hate pêşandan. Piştî pêşandana sînevziyonê zarokên karker ên lîstikvan derketin ser dike û lîstika xwe ya bi navê “Sobe” dan pêşandan. Di dema kêliyên lîstikê de temaşevanan ji zarokên lîstikvan re li çepikan da û zarokan jî hûnera xwe dan pêşkêşkirin. Di lîstikê de dem bi dem temaşevanan hatin kenandin û kêliyên trajedî jî hatin jiyandin.
Piştî zarokên karker ên lîstikvan lîstika xwe bi serkeftî dan pêşandan bi deqîqeyan ji aliyên temaşevanan ve li ser piya bi çepikan hate slavkirin.

Lîstika ku ji 13 lîstikvanên zarok pêk tê trajediya zarokên kurd ên ji gundên xwe koçber bûne û li kûçeyan ji bo debara malbata xwe dixebitin, radixîne ber çavan. Di heman demê de lîstikavanên biçûk hemû jî zarokên karker ên ku li kuçeyan dixebitin pêk tê. Lîstik ev 9 mehe tê amadekirin û ji 15 deqîqeyan pêk tê.

DÎHA/ÊLIH