Doh şofêrên otobosan ên eyaleta Hessenê li Elmanyayê ji ber li hevnekirina li ser zêdekirina mûçe, dest bi greva hişyarkirinê ya bêdem kir.

Nexasim jî li navendên bajarên mezin û hawîrdora wan gelek xetên otobosan di encamê de rawestizan. Sendîkeya Ver.di (Sendîkaya Yekgirtî ya Xirmetguzariyê) hefteya bihurî ji ber ku hevdîtinên li ser zêdekirina mûçeyê şofêran ên bi koma xebitandina omnîbusan a li Hessênê re li hev nekir û da zanîn ku roja duşemê (doh) wê şofêrên otobosan ên ser bi şirketên taybet grevê bikin û karê xwe rawestînin. Ji ber vê li Frankfyrt, Darmstadt, Hanau, Maintal, Offenbach, Marburg, Gießen, Fulda û heta bi Main-Kinzig-Kreisê gelek şofêr neçûn ser karê xwe û xetên otobosan xizmeta xwe rawestandin. Li paytexta eyaletê Wiesbadenê bi xwe otobos seferên xwe wê dewam bikin, lewma li wir, şofêr pereyên xwe li gorî peymana kar a bi dewletê re distînin.

Ver.di dixwaze saeta kar ji 12 euroyan heta 2018´an qedeme bi qedeme derkeve 13,50 euroyî, lê karsaz 12,65 euroyan teklîf dikin. Wekî din Ver.di dixwaze ku rojê herî zêde 30 deqîqe wekî bîhnvedanê ji şofêran were qutkirin û ne bêhtir, ango dema li benda mana saeta seferê divê neyê hesibandin. Halê hazir şirket dibêjin, ew nikarin mûçeyê şofêran zêde bike û daxwazên sendîkayê hemûyan pêk bîne, lewma jî nediyar e, grev wê bi çi rengî û çiqasî dewam bike. 


 FRANKFURT