Gava ez bi helbesta mamoste re rabûm û rûniştim, weke berîya mêvanek bê mala te, tu jî ji bo wî haziriyê bikî û der û dorê bidî hev, di hişê min de jî peyv û hevokên belawela ser û çavê xwe şûştin û hewl dan ku xwe rast bikin piçekî.
DÎLAN KARACADAG
Agit Işik li meydana muzîka Kurdî yek ji dengên "mulahim" ku xasma jî xwe li gîtarê dibane. Wî vê dawiyê albuma xwe ya 2´yê Hez derxist. Em hem li ser albûma wî, hem jî li ser muzîka wî pê re peyivîn. Agît Işik ê ku yek ji mexdûrên KHK´yên dewleta Tirk e, piştî ku ji mamosteyî tê dûrxistin bêhtir bi muzîkê dadikeve û niha ji bilî albuma nû derxistî hin projeyên din ên muzîkê jî li ber wî ne. Ew şiir û muzîkê weke du disîplînên gelekî nêzî hev dinirxîne. Ew gazinan ji guhdarên xwe nake û dibêje, "Rast e, bazara Kurdî qels e û platformên wan kêm in, lê tişta xerîb, hin stran hene li ser înternetê nêzî sed milyonan hatine guhdarîkirin. Nizanim ev li ku ne, çi karî dikin lewra ev girse li qonsera nayê xuyan. Guhdarên min hejmara wan zêde nîne, lê em bi hev qayîl in!"
Di albuma duyemîn de yek jê ya Arjen Arî yek jê ya Berken Bereh, du helbest hene. Te jî du helbestên Kurmancî kirin malê muzîka Kurdî. Ew çend salên dawî ez dêhna xwe didimê, muzîkjenên Kurdî êdî ji ava helbesta Kurdî vedixwin, jê fêde dibînin. Di Kurdî de vê nêzîkbûna helbest û muzîkê tu çawa dibînî?
Bi her awayî helwêsteke erênî ye û li gorî berê hejmar û hasasîyet jî zêde bûye. Çi helbest an çi sirûşa ji helbestê tê girtin, teqez wê mûzîkê bi pêş ve bibe.
Di disîplînên hunerî de yên herî nêzî hev helbest û mûzîk in. Ji ber vê, têkilîyeke xwezayî heye. Li ser navê xwe bibêjim, xwendinên helbestan ji alîyê nivisandina gotinên stranan ve, ez kemilandim. Bi ser de jî bi hevnasîna bi mamoste Berken Bereh re ki ku zêdetir, çawa te got, ez jî ji vê avê vexwim. Gava ez bi helbesta mamoste re rabûm û rûniştim, weke berîya mêvanek bê mala te, tu jî ji bo wî haziriyê bikî û der û dorê bidî hev, di hişê min de jî peyv û hevokên belawela ser û çavê xwe şûştin û hewl dan ku xwe rast bikin piçekî. Di vê navberê de mûzîka "Hez" ê ya helbesta Arjen Arî, hevalê min Mirady çêkiriye.
Te digot, wateye Çîroka Wê Bayê li cem te heye. Tu dikarî qala wê çîrokê bikî?
Ne bi xêra serê fotografa be, zor e meriv sûreta lehengên bîranînên xwe bîne ber çavê xwe. Belê bêhn, deng, peyv û ba dikarin bikevin dewsa wê lehengê û wê kêliyê bîne berçav. Ne bayê her cara "Ew Ba" bi xwe. Ew ba jî car bav e, car zarokatî ye, car dê, car kevok û car evîndara te ye!
Siberojê li ser karê xwe yê muzîkjeniyê çi pîlan û fikrên te hene?
Du proje hene min danîne ber xwe. Yek jê repertuwareke stranên gelêrî ye ku em bi şêwazekî cuda li ser hûr dibin. Ya din jî stranên min, van pêlên dawî civîyane. Kengî me ber xwe dît, em ê dest pê bikin...
Ew kesên ku tenê bi Kurdî karê xwe yê hunerî dikin, carna hisa "Karê ez dikim nagihîje girseyeke mezin, pirr belav nabe" çêdibe ango pesîmîstî heye, her wiha carna jî dibêjin, "Erê hindik in, lê guhdarên baş in jî, dizanin bi çi qîma xwe bînin an neyînin", optîmîstî jî heye. Wekî ku di navbera Xelîl û Celîl de mabe? Tu jî carna wilo difikirî?
Ev mijar bi têkîlîya te ya bi hunerî ve girêdayî ye. Divê bê pirsîn "ka tu çi hêvî dikî" ji huner. Divê ewil di vir de fikr û raman zelal bin. Tişta herî xwezayî ew e ku meriv hunerê xwe bi zimanê xwe bike û guhê xwe nede tiştên din. Rast e, bazara Kurdî qels e û platformên wan kêm in, lê tişta xerîb, hin stran hene li ser înternetê nêzî sed milyonan hatine guhdarîkirin. Nizanim ev li ku ne, çi karî dikin lewra ev girse li qonsera nayê xuyan. Guhdarên min hejmara wan zêde nîne, lê em bi hev qayîl in!
Tu jî yek ji wan mamosteyan bûyî ku sala 2016’an bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatî îxrackirin. Tu niha çi karî dikî, debara xwe bi çi dikî?
Piştî îxracê bo çêkirina albumê hatim Stenbolê. Carna konser çêdibin, kursa gîtarê didim, wêneyan xêz dikim û difiroşim. Desthilatdar dixwazin me bi birçîbûnê terbîye bikin, lê ez û bi sedan hevalên xwe em "ji ya xwe nayên xwarê"
Agît Işik kî ye?
Li Hezo ya navçeya Batmanê hatîye dinê. Heta bîst salîya xwe li navçeyê dimîne, piştre li zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê beşa mamostetiya şêwekariyê dixwîne. Li zanîngehê bi amatorî di komên mûzîkê de wek stranbêj di çalakîyên sazî û komeleyan de cîh digire. Piştî dest bi mamostetiyê dike, heman helwêst dewam dike heta 2014´an; hingê ew dil dike bi awayekî profesyonel muzîkê bike û wê salê albuma xwe ya yekem a bi navê "Lorîna Sibê" derdixe. Van rojan albuma wî ya duyem "Hez" derketiye. Di navbera her du albuman de di hin projeyan de cîh girtiye û du sîngle weşandine. Jîyana xwe û xebatên xwe yên mûzîkê li stenbolê didomîne.