Li bajarê Awûsturalyayê Tazmanyayê, çarşema bihurî bi navê ‘Efrîn û Rojava’ konferansek bi rê ve çû. Weke qiseker jî kevne-serokê partiya Keskan û senator Dr. Bop Brown û şaredara Hobartê Helen Burnet, ji Zanîngeha Melbourneê Profesor John Tully, endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Îsmet Tastan û li ser navê Navenda Civaka Demokratîk (NCDK) jî Heval Herkî beşdarî konferansê bûn. Li dijî bêhiqûqiyê divê ti kes bêdeng nemîne Di konferansê de pêşî profesor John Tully peyivî û got, “Li Rojhilata Navîn hêzên desthilatdar ji sedsalan ve ye ku dixwazin gelê Kurd tine bikin. Ev hêz hewl didin têkoşîna mafdar a gelê Kurd terorîze bikin. Nabe ku beramberî bêhiqûqiyên tên kirin kesek jî bêdeng bimîne.” Em ê Efrînê bînin rojeva parlamenê Kevne-serokê Partiya Keskan û senator Dr. Bop Brown jî îşaret bi pêdiviya xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir û got, “Şoreşa Rojava ji bo gelên bindest bûye hêviyek. Dijminên demokrasiyê ji bo fetisandina Şoreşa Rojava dev ji êrişên xwe bernadin. Êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê her tiştî rave dike. Li Efrîna ku gel û diyanet fikr û azadiya xwe bi azadî îfade dikirin, desthilatan xwe li bêhiqûqiya Erdogan kerr û kor kir. ew naxwazin hikmê xwe bixin tehlûkeyê”. Bop herî dawî piştgiriya xwe ya bi Efrînê û gelê wê re wiha îfade kir: “Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê li cem Efrîn û gelê Efrînê bin, piştgiriya wan bikin. Di rûniştina bê ya parlamenê de em ê Efrînê bînin rojevê û minaqeşe bikin. ‘Hiqûqa xwe tine dihesibîne’ Nûnerê KNK´ê Îsmet Tastan jî bal kişand ser paqijiya etnîk a Tirkiye şirîkê wê DAIŞ´ê. Tastan got, “Komkujiyên li Efrîn û Rojava li ber çavê Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk hatin û hîna jî pêk tên. Bêdengiya NY´yê beramberî van, nîşan dide ku ew hiqûqa xwe binpê dike. Rojava rûmeta dinyayê parast Heval Herkî jî got, Şoreşa Rojava rûmeta dinyayê parastiye û wiha peyivî: “Bi destê DAIŞ´ê xwestin împeretoriyeke tirsê ava bikin. Şoreşa Rojava ev împeretoriya tirsê hilweşand. Ji ber wê yekê bindest, jin, yên ku tên wêdekirin, ciwanan xwe li Şoreşa Rojava girt, û li dor wê hev girt”. SYDNEY