
Karayilan êrişên dewleta Tirk ên li dij Minbic û Efrînê jî hewldanên ji bo li Babê xwe mayinde bike nirxandin û helwesta dewleta Tirk mhina, “Dewleta Tirk mîna zarokekî nesekinî xwe li ser DYE’yê ferz dike“ bi nav kir. Karayilan hişyar kir ku Başûrê Kurdistanê jî di hedefa dewleta Tirk de ye û bawariya ji gotinên mîna, “Dewleta Tirk wê serxwebûna Kurdistanê destek bike“ jî mîna xefletê pênase kirin.
Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrak Karayilan têkildarî hewldanên desilatdariya AKP-MHP’ê ku hebûna xwe li ser bingehê dijminatî û tevkujiya Kurdan ava kirine got, “Tu hêz êdî wê nikaribe li pêşiya azadbûna Kurdan bibe asteng. Ji ber ku Kurd zane bûne; bi çek û bihêz bûne, tevî siyaset û strajiyê xwedî hêza pêşeng in û ya herî girîng jî dildarê azadiyê ne.“
Karayilan pirsên Denîz Kendal ê ji ANF’ê bersivandin û derbarê pêvajoyê de helwesta tevgera azardiyê û gelê Kurd raxiste ber çavan.
Têkiliyên bi Başûr re taktîkî ne
Karayilan bibîr xist ku ne dewleteke Kurd a serbixe, tahamûla dewleta Tirk ji komeleyeke Kurd a serbixwe re tûneye û polîtîkaya bingehîn a dewleta Tirk mîna dijminatiya Kurdan binav kir û bi xetên qalin xêz kir ku têkiliya wê ya bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re taktîkî ye. Karayilan destnîşan kir ku ev taktîk jî ji bo anîna dijberî hev û sûdgirtina ji vê yekê tê meşandin. Karayilan hedefa dewleta Tirk mîna fetisandina Şoreşa Rojava, tesfiyekirina têkoşîna li Bakûrê Kurdistanê û dorpêçkirin û kontrolkirina Başûrê Kurdistanê rêz kir. Karayilan hişyar kir ku Başûrê Kurdistanê jî di hedefa dewleta Tirk de ye û tevî vê rastiyê jî bawariya ji gotinên mîna, “Dewleta Tirk wê serxwebûna Kurdistanê destek bike“ jî xeflet in. Karayilan bal kişand ku strajiya hebûna dewleta Tirk li ser bingeha nebûna hêza Kurdan li herêmê’ ye.
Bi bazar û gelacê hate heta bi Babê
Karayilan bi bîr xist ku piştî 7 mehan artêşa Tirk û çeteyên wê karîbûn bikevin Babê û ev jî ne qudreta wê nîşan dide û ev agahî dan: “Dewleta Tirk pêşî destûr ji DYE´yê stand 20 kîlometroyan bikeve nav erdên Sûriyeyê. Paşê ji Rûsyayê destûra heta bi 25 kîlpmetroyan wergirt. Derket holê ku bi DAIŞ´ê re jî li hev kiriye ku heta bi Exterînê û ew jî 35-50 kîlmetro ne, bide wê.”
Karayilan bi bîr dixe ku piştî ku 20 kîlometroyên DYE´yê temam bûn desteka hewayî ya kokalîsyona li dijî DAIŞ´ê qut bûye, paşê DAIŞ´ê li ber xwe daye û 2 mehan Tirkiyeyê li Babê nekariye yek malê jî zevt bike. Karayilan dibêje, ji Babê jî DAIŞ bi xwe bi lihevkirinê derketiye.
Çima gefan li Minbicê dixwe
Murat Karayilan her wiha dibêje ku AKP gelek caran îdîa dikir ku ew ê piştî Babê êrişî Minbic û Reqayê bike û wiha dewam dike: “Ya rastî sê sedem hene ku dewleta Tirk ewqasî behsa Minbicê dike: yek, ji bo siyaseta navxweyê. Ji bo ku bibêje, em gelekî xurt in, em dikarin destê xwe bigihînin her deverê, lê ji ber ku hêzên navneteweyî destûr nedan em li Babê man. Lê di rastiyê de DYE bibêje, de biçin, ew hêza wê nîne bi pêş ve biçe. Armanca duyem ew e ku timî van daxwazan bi lêv dikin, pê re dixwazin li Babê mayînde bibin. Bi qasî tê zanîn li gorî lihevkirina bi Rûsan re oiştî ku Bab girtin,divê bidin dest hêzên rejîmê. Lê dewleta Tirk wê vê neke. Wê soza dayî Rûsyayê bi cih neîne. Ji ber wê jî niha xwe diavêje hembêza DYE´yê. Armanca sêyem ew e ku timî DYE´yê tohmetbar bike û li dijî PKK´ê bêhtir desteke bi dest bixe.
Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan behsa Reqayê bi xwejî bi temamî weke blof û derew bi nav kir û got dîrok wê nîşanî wan bide ku siyaseta wan a dij Kurd wê encamê bi dest neyîne.
NAVENDA NÛÇEYAN