Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta bû mêvanê bernameya ‘Çira Welat’ a Çira TV´yê û mijarên qetilkirina jinan, qirkirin û rêxistinbûyîna jinên Êzidî nirxandin.
Avesta bal kişand ser biryara Parlamena Elmanyayê ya naskirina Qirkirina Ermeniyan û diyar kir, helwêst û refleksa dewleta Tirk a li hemberî vê biryarê, nîşaneya dewamkirina komkujî û qirkirinê ye.
Avesta got, “Ji ber vê yekê nerazîbûneke mezin nîşan dide. Ev jî helwesteke faşîzan e, nêzîkatiyeke tekparêz e. Helwesteke qetlîamker e.”
Avesta diyar kir ku rûpelên dîrokê bi êşên gelekî giran hatine nivîsandin û got, “Bi hezaran jinên Ermenî, mîna keç û jinên Êzidî li bazaran hatin firotin, ew firotin mirovên ji baweriyên cuda, ew qetilkirin û qira wan anîn. Heta niha aqûbeta bi hezaran ji wan nayê zanîn.”
‘Têkbirina jinê, bêrûmetkirina civakê ye’
Avesta da xuyakirin, ku heman komkujî û qirkirina li Ermenî û Êzidiyan hat kirin, niha li gelê li Bakurê Kurdistanê tê kirin û anî ziman, li navenda van komkujî û qirkirinan, kuştina jinan heye. Avesta got, “Ji ber ku, têkbirina jinan, bêrûmetkirina civakê ye. Lewma divê hesabê Qirkirina Ermeniyan ji dewleta Tirk were pirsîn.”
Sozdar Avesta da zanîn, heman komkujî û qirkirin îro li Şirnex, Nisêbîn, Geverê tê kirin, li Cizîr, Sûr û Silopiyayê hatiye kirin û got, “Eger dewleta Elman dixwaze hesabê jenosîdan bipirse, wê demê bila li dijî jenosîdên li Kurdistanê, tedbîran bigire, têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re bibire, da ku em jî fêm bikin û bibêjin Parlamena Elmanya di biryara xwe de ji dil e.”
YJŞ bersiva fermanê ye
Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana li Şengalê û destnîşan kir, ku jinan bi mayîna li ser xaka xwe ya pîroz, pêşengî ji vê berxwedanê re kiriye.
Avesta rêxistinbûyîna YJŞ’ê jî nirxand û got, “Piştî ku hêzên YPJ, YPG, HPG û YJA Starê yekser piştî fermanê dest li herêmê werdan, di nava gelê Şengalê de hesta baweriya bi xwe û têgihiştina xweparastinê derket holê. Nêzîkatiya ‘rastiya jinê çi ye, divê nêzîkatiyek bi çi rengî li jinê were kirin’ kete rojevê. Destwerdana van hêzan ne tenê pêşî li DAIŞ’ê girt, di heman demê de şêweyê xweparastinê nîşanî mirovan da. Nîşan da ku jin çawa dikare xwe biparêze. Jina ne bi rêxistin û bêparastin, ji însafa mêr re hatibû hiştin. Li ber tinebûnê bû. Mehkûmî vê hatibû kirin. Êdî hişmendiya xweparastinê ya jinê derketiye holê. YJŞ‘ê jî xwe bi vê têgihiştinê, bi hişmendiya demokrasiyê û perspektîfên Rêber Apo, bi rêxistin kir. YJŞ bersiva fermana 73’an e. Tolhildana fermanê ye. YJŞ‘ê vînek derxist holê, hêz da jinê. Li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinê şoreşek pêk tê. Ev şoreş şoreşa azadiyê, şoreşa mirovahiyê, şoreşa jiyana bi nirxên xwe û şoreşa hebûnê ye. Pêşenga vê şoreşê jî jin e. Felsefeya azadiya jinê û bîrdoziya rizgariya jinê ev yek nîşan da.”
NAVENDA NÛÇEYAN